MÊRDÎN - Bijîşkê bi navê Baran Şeşen ku li navçeya Artukluyê di navendeke tenduristiyê ya malbatê de dixebite, rastî êrişa xizmekî nexweşekî hat.
Bijîşk Baran Şeşen ku li Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê li Navenda Tenduristiyê ya Malbatê ya Artukbey de dixebite, rastî êrişa xizmên nexweşekî hat. Bûyer di saetên serê sibehê de qewimî. Li gorî îdiayê; nexweşekê hatî navenda tenduristiyê nexwest kirariyên têketinê pêk bîne. Dema bijîşkî jê daxwaz kirî jî nîqaş derket û xizmê nexweşî êrişî bijîşk kir.
Dr. Şen di êrişê de birîndar bû û bijîşk û nexweşên din mudaxileyî rewşê kilrin. Di vê navberê de polîsên hatin cihê bûyerê şexsê êriş kirî biçav kir û bir Qereqola Polîsan a Yenîşehîrê.
Îfadeya şexsê êriş kirî didome û Şeşen jî ji bo tedawiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Têkildarî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.