EDENE - Li navçeya Karataşê agir bi konên karkerên çandiniyê ket. 
	Li Taxa Karagoçer a navçeya Karataş a Edeneyê, li qada ku konên karkerên çandiniyê lê, ji ber sedemeke nediyar şewat çêbû. Şewat di demeke kurt de gihîşt gelek konan û piştî haypêxistinê tîmên agirkujiyê yên hatin cihê bûyerê, mudaxileyî şewatê kirin. 
	Di şewatê de 4 kon bi temamî şewitîn. Xebatên tefandina şewatê didomin. 
								