ENQERE - Melahat Teke û Mûstafa Karabudak weke hevserokên Şaxa DAD’ê ya Enqereyê hatin hilbijartin. 
	Şaxa Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) a Enqereyê, li Navenda Giştî ya TUM-BEL SEN’ê 5’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li kongreyê bûn. 
	Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Enqereyê Mûstafa Karabudak di kongreyê de got: “Tirkiye ji rojên dîrokî derbas dibe. Di demeke Şerê Sêyemîn ê Cîhanê didome de daxwaza me tevan jiyaneke aştiyane ye. Divê em têkoşîna aştiyê civakî bikin. Daxwaza me di welatekî hevpar de hemwelatiyeke wekhev û azad e.” 
	'HÊVIYA ME ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK E’ 
	Karabudak, got ku daxwaza Elewiyan bihêzbûna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Hêviya me ew e ku azadiya xweîfadekirinê, xwebirêxistinkirinê, darizandina adilane, demokrasiya herêmî û mafên çandî bên misogerkirin. Her wiha em dixwazin pratîka qeyûm bi dawî bibe, demokrasî were xurtkirin û entegrasyona demokratîk e. Em dixwazin ku yekperestî bi dawî bibe.” 
	RÊVEBERIYA NÛ HATE DIYARKIRIN 
	Piştî axaftînan, dengdayîn hate kîrîn. Melahat Teke û Mûstafa Karabudak bûn Hevserokên Şaxa DAD’ê ya Enqereyê. 
