MÊRDÎN - Li çolterê Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê liv û tevgera leşkerî heye.
	Li çolterê Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê liv û tevgera leşkerî heye. Hat zanîn ku gelek leşker bi wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatine kirin, li hinek cihan wesayîtên bizirx hatine bicihkirin û kontrola rê tê kirin. 
	Hat zanîn ku liv û tevgera leşkerî ya di saetên serê sibehê de dest pê kirî berdewam e.   
