AMED - Baroya Amedê, OHD û TUAY-DER’ê rapora xwe ya sê mehan a têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan aşkera kirin û gotin ku ji mafê tenduristiyê heta yê jiyanê gelek binpêkirin li girtîgehan bênavber didomin. 
	Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de li girtîgehan hatine kirin, aşkera kirin. Di raporê de cih dan binpêkirinên li girtîgehên Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erziromê. Daxuyanî li Baroya Amedê hat dayin.
	Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Rihan Gok metna daxuyaniyê xwend û got ku polîtîkayên zext û tecrîdê yên li girtîgehan, êrişa li dijî hêviya aştiya civakî ne. Rihan Gokê diyar kir ku girtîgeh hêj ji rola mekana mafê jiyanê û rûmeta mirovan hedef digirin û tecrîd û îşkenceyê derneketine. Bi domdarî Rihan Gokê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û desteserkirina nameyên ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên şandin weke nîşaneya dûrketina Tirkiyeyê ya ji dewleta hiqûqê destnîşan kir. 
	BANG
	Bi domdarî Rihan Gokê ev bang kir: 
	“* Divê tecrîda li ser birêz Ocalan bêşert û merc were rakirin; ji bo aştî û çareseriya demokratîk tavilê rêyên diyalog û mizakereyê bên vekirin. 
	* Îşkence, miameleya xerab û sepanên tecrîdê yên sîstematîk ên li girtîgehan, divê tavilê bên bidawîkirin. 
	* Divê taloqkirina tehliyeyan û rapirsînên keyfî yên bi destê lijneyên çavdêriyê ve tên kirin bên rakirin; mafê berdana bi şert li gorî hiqûqa gerdûnî bê misogerkirin. 
	* Kurdî jî di nav de hewceye mafê ragihandin û azadiya xweîfadekirinê ya bi zimanê dayikê bê naskirin û qedexeyên keyfî yên ser name û weşanan bên rakirin. 
	* Polîtîkayên cihêkar û zayendperest ên li dijî girtiyan divê bi dawî bibin. 
	* Girtiyên nexweş divê tavilê bên berdan û mafê tenduristiyê ji keyfa rêveberiya girtîgehê re neyê hiştin.” 
	Piştre jî Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç axivî û got ku divê mafên girtiyan bên cîbicîkirin. 
	RAPOR
	Di rapora hevpar de hate destnîşankirin ku zêdetirî 40 caran çûne serdana 20 girtîgehan û rapor di vê çarçoveyê de hatiye amadekirin. Di raporê de hate gotin ji mafên kargo û pêdiviyên sereke heta mafên civakî, mafên sewqkirinê û amûran, daxwazên tenduristî û sewqkirinê, mafên ragihandin û pêwendîdanînê gelek mafên girtiyan tên binpêkirin. Hat gotin ku zexta lêgerîna tazî û lêgerîna nava dev didome; li hinek girtîgehan cezayên disiplînê yên keyfî li girtiyan tê birîn û Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tehliyeyên girtiyên zexta “poşmantiyê” qebûl nakin taloq dike. 
	TESPÎT Û PÊŞNIYAR
	Di berdewam raporê de ev tespît û pêşniyar hatin rêzkirin:
	“* Qedexeya îşkence û miameleya xerab: Divê her cureyên îşkence û miameleyên zalimane û biçûkxistinê yên li dijî girtiyan bên bidawîkirin. Ji bo lêkolînkirina van binpêkirinan divê mekanîzmayên bêalî û serbixwe bên peywirdarkirin û der heqê berpirsyaran de kirariyên îdarî û edlî bên destpêkirin. 
	* Biryarên derhiqûqî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê: Ev lijneye ne tenê ji bo nirxandina ‘başhaliyê’ hatine peywirdarkirin lê weke dadgehên duyemîn dixebitin û mafên azadiyê yên girtiyan asteng dikin. Ev lijneye bi taybet jî pirsên îdeolojîk û polîtîk ji girtiyên siyasî dike, lê ferz dike ku nasnameya xwe înkar bikin û bi zexta poşmantiyê mafê wan ê tehliyeyê derhiqûqî binpê dikin. Li dijî lijneyên ku sînorê rayeya xwe derbas dikin û biryarên wan ên keyfî, divê mekanîzmayeke venêrînê ya serbixwe bikeve meriyetê. 
	* Mafê xwegihandina xizmetên tenduristiyê û girtiyên nexweş: Divê mafê tenduristiyê yê girtiyan bê misogerkirin û pêdiviyên tibbî yên girtiyên nexweş û kal bên dabînkirin. Divê sewqên wan ji demê re neyên vehêlandin. 
	* Girtîgehên tecrîdê: Hewceye girtîgeh li gorî rûmeta mirovahiyê bên amadekirin û di hucreyên yekkesî de mercên hewadariyê û paqijiyê bên başkirin. 
	* Azadiya agahîgirtin û xweîfadekirinê: Divê mafê têkilîdanînê yê girtiyan ê bi malbat û parêzeran re bê misogerkirin, name dereng neyên dayîn û neyên sansurkirin. 
	* Xebatên civakî û çandî: Divê girtî bikarin ji çalakiyên spor, çandî û civakî sûdê bigirin. 
	* Sepanên disiplîn û îdarî: Divê lêpirsînên disiplînê li gorî hiqûqê bin û bi adilane bên meşandin. Pêşîlêgirtina astengkirina tehliyeyan girîng e. 
	* Girtiyên astengdar û biyanî: Girtiyên astengdar û biyanî divê li gorî mewzûata navneteweyî lê nêz bibin û bikarin xwe bigihînin xizmetên sexbêra taybet û alîkariyê.” 
