NAVENDA NÛÇEYAN - Hamasê der barê "plana aştiyê" ya ku ji aliyê Trump û Netenyahû ve hatibû amadekirin de ragihand ku ew ji bo muzakereyê amade ne. 
	Hamasê der barê "plana aştiyê" ya ji aliyê Serokê DYA'yê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû ve hat amadekirin daxuyanî da.
	Hamasê diyar kir ku ew hin xalên "plana aştiyê" qebûl dikin û got ku ji bo hin xalên din jî doza ravekirinê dikin.
	Hamasê ragihand ku bi armanca hemû êrişên Îsraîlê bên sekinandin û Îsraîl bi temamî jî Xezeyê vekişe ew berdana hemû dîlgirtiyên Îsraîlê qebûl dikin. 
								