‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'

  • rojane
  • 09:28 21 Cotmeh 2025
  • |
img

WAN - Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan ku der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîşê de axivîn, diyar kirin ku lêpirsîn ji destpêkê ve bi cidî nehatiye kirin û ji bo eşkerekirina kiryarên Rojînê banga yekitiyê kirin.

 
Mirina biguman a xwendekaran pola yekem a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş (21), hîn jî rojeveke germ e. Agahiyên der barê mirina Rojîn Kabaîşê de ku cenazeyê wê 18 roj piştî derketina ji Wargeha Keçan a Seyyid Fehim Arvasi di 27'ê Îlona 2024'an de, li taxa Mollakasimê li perava Golê Wanê hat dîtin, gumanên kuştinê xurt dike. Di dosyeya lêpirsînê de ku biryara veşartî li ser heye, cihên ku DNA'ya du mêrên li ser laşê Rojîn Kabaîşê hatine dîtin, salek şûnde ji hêla Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hatin eşkerekirin.
 
Di demeke wiha de ku li Wanê çalakiyên ji bo diyarkirina DNA'yan û sûcdaran berdewam dikin, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan ku qeyûm tayinî şûna wan hat kirin, xwestin ku sûcdar bên tespîtkirin.
 
Neslihan Şedalê diyar kir ku doza Rojîn Kabaîşê mînakek eşkere ya pergala dewletê ya ku ji hêla mêran ve serdest e û dadweriya ku xizmeta vê pergalê dike. Neslihan Şedalê destnîşan kir ku hewl hatiye dayîn ku doz bi awayekî rêxistinkirî were veşartin û bûyer wekî "xwekuştinê" were nîşandan. Neslihan Şedalê anî ziman ku ji dema windabûna Rojînê ve jin li kolanan têdikoşin û pirsa "Çi bi serê Rojînê hat?" didomînin û got ku çendi DNA'yên du mêran hatine tespitkirin jî, nasnameyên van kesna nehatine eşkerekirin û ev yek nîşan dide ku pêvajo bi edalet nayê meşandin. Neslihan Şedalê tekez kir ku malbat û parêzerên wê ji dozê hatine dûrxistin û raya giştî nehatiye agahdarkirin û got ku ev hemû kiryar ji bo parastina hin kesan hatine kirin. Neslihan Şedalê bilêv kir ku zanîngeh, wargeh û walîtiyê piştî bûyerê pêvajo bi awayekî neciddî û xemsarî bi rê ve birine û got ku ji kêliya ku ew ji windabûna Rojînê agahdar bûne ve ew li kêleka malbatê ne.
 
 
‘EM Ê RÊ NEDIN'  
 
Neslihan Şedalê bilêv kir ku di rapora duyem de ku piştî salekê li dosyeyê hatiye zêdekirin, her du DNA yên aîdî mêran li deverên cuda yên Rojînê hatine tespîtkirin û got ku ev yek jî pir şekere nîşan dide ku ya hatiye kirin cinayet e. Neslihan Şedalê detsnîşan kir ku li cihê lu refleksên civakê lê zêde bin rast nayên veşartin û got ku ew ê li kuçe û kolanan bitêkoşin, heya hemû qadên jiyanê azad bin. 
 
'DIVÊ BI HER AWAYÎ BÊ EŞKEREKIRIN'  
 
Abdullah Zeydan jî got: "Me gelek caran gotiye ku divê bûyer bi tevahî û bi hûrgilî were lêkolînkirin. Me ji roja yekem ve ev daxwaz şopand. Biryara nepenîtiyê ya ku ji hêla dozgeriyê ve li ser dosyeyê hatiye danîn, di nav malbatê û raya giştî de bêbaweriyek kûr çêkiriye. Malbatê bi berdewamî îdia kir ku Rojîn keseke livok û dilovan bûye û qet ne ew kes bûye ku xwe bikuje. Çima kesek ewqas ciwan rabe xwe bikuje? Ev pirs bêbersiv dimîne. Lêbelê, saziyên peywendîdar, nemaze zanîngeh, wisa difikirin ku ew hewl didin bûyerê veşêrin. Em vê yekê red dikin û israr dikin ku îdiayên der barê mirina Rojînê de bi tevahî werin eşkerekirin û divê îhtîmala kuştinê ciddî were nirxandin."
 
 
Zeydan destnîşan kir ku ew ligel rêxistinên jinan û ciwanên zanîngehê li cem malbatê ne û piştgiriyê didin çalakiyên ciwanan. 
 
Zeydan destnîşan kir ku ew bawer dikin ku dê kesên Rojînê qetil kirine li bara hiqûqê hesab bidin û got: "Em ê dest ji vê dozê bernedin."  

Sernavên din

25/10/2025
15:50 Ji jinan çalakiya 'dara aştiyê'
15:17 Xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
14:35 Li Cizîrê ‘Nobeda Edaletê’ di hefteya duyemîn de: Dê têkoşîna me bidome
13:51 Navê nemir ê Kulîlka Azadiyê: Evdilmelîk Şêxbekir
13:15 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Nergiz pirsin
12:36 Dê li Kurdistanê 2 mîlyon şitlên berûyê bên çandin
11:59 Dogan Erbaş: Entegrasyon formula çareseriyê ye, dê dewletê jî biguherîne
11:38 Dozgerê ku nexwest 'sûcê zayendî' bibîne, li ser 'şantaj û binpêkirinê' îdianame amade kir
10:46 ‘Em li wargehên KYK’ê ne di ewlehiyê de ne divê em parastina cewherî bi rêxistin bikin’
10:43 Gerîla dê sibê gaveke dîrokî bavêje
09:47 Dr. Saîdogluyê Filistînî: Welatên plana Trump erê kirine piştevanên projeya kolonyalîst in
09:33 Pirtûkên nivîskarê girtî Kahraman nadin wî
09:13 ‘Pirsgirêk bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çareser nabe'
09:04 Li Wanê liv û tevgera li Çarşiya Sobevanan zêde bû
09:00 ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2025’AN
24/10/2025
21:48 Civîna MYK a DEM Partiyê bi dawî bû
18:31 Li Amedê 6 ciwan hatin girtin
15:59 Saliha Aydenîz: Divê dewlet azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike
15:59 Endamên Koma Amed Tahir Elçî bi bîr anî
15:48 'Zext û binpêkirinên li bendên kontrolê yên leşker û polîsan bi dawî bikin’
15:34 Amedspor: Hedefa me Super Lîg e
14:02 Li Mûglayê keştî noqî avê bû: 14 kes mirin
14:01 Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re hate weşandin
12:59 Der heqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê