Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe

img
WAN - Li Wanê bajarsaziya bêplan bi awayekî bi lez û bez mezin dibe û qadên hêşîn jî roj bi roj kêm dibin. Plansazkerê bajaran Ferhat Kayalik diyar kir ku ev bajarsaziya bêplan ji ber nekontrolkirina rêveberiyên xwecihî pêk tê û got: "Bi bajarsaziya bêplan qalîteya hewayê û hevsengiya ava binê erdê têk diçe. Wan, her ku diçe dibe bajarekî germ û hişk." 
 
Zêdebûna bi lez a pêşveçûna bajarî li Wanê di van salên dawî de gefê li ser tevna xwezayî, dîrokî û civakî ya bajêr dixwe. Bajarsaziya bêplan û bêkontrol bandorê li her derê dike û bajêr ji peravên Gola Wanê bigire heya zozanên bajêr bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye. Pispor dibêjin ku bajarsaziya bêplan ne tenê pirsgirêkeke îmarê ye, di heman demê de wêrankirina hawirdorê û neheqiya civakî ye jî. Wan piştî erdheja sala 2011'an ket serdema ji nûveavakirinê. Lêbelê, li şûna veguherîna bajarî ya plansazkirî, ev pêvajo veguherî pêlek betonkirinê ya bilez û bêkontrol. 
 
Guhertinên dubare yên planên îmarê yên navçeyên Rêya Armûşê, Artemet û Tûşbayê dibin sedema tunekirina qadên çandiniyê. Li kêleka Gola Wanê û li taxên derdorê şûna erdên çandiyê, blokên bibeton digirin û qadên nefesstandinê roj bi roj tune dibin. Pispor tekez dikin ku bajarsaziya bêplan ne tenê pirsgirêkeke estetîkî ye, di heman demê de dibe sedema qirêjiya çavkaniyên avê, xirabûna qalîteya hewayê û zêdebûna xetereya erdhejan.
 
Nûnerê Odeya Plansazên Bajarî ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirkiyeyê (TMMOB) Ferhat Kayalik, li ser baja rsaziya bêplan a ku her ku diçe zêde dibe, li bajêrrola rêveberiyên herêmî di vê yekê de û bandorên wê li ser jiyana ekolojîk nirxandin kir.
 
Kayalik diyar kir ku bajarsaziya bêplan a li Wanê ji aliyê berjewendiyên kesane ve şekil digire û wiha axivî: "Plankirin û plansaziya bajarî ya nebaş ku ji nebûna îmarê derdikeve holê, pirsgirêka bajarsaziya bêplan girantir dike. Her wiha pirsgirêkên wekî nebûna vekolînan û nekarîna şaredariyan ji bo çavdêrîkirina bi bandor hene. Lêbelê, em pir caran van vekolînan nabînin û ev yek bi lez bajarsaziya bêplan girantir dike. Dema ku em li pêvajoya bajarsaziya bêplan a nû ya li herêma me dinêrin, em dibînin ku pêvajoya bajarsaziyê li Wanê ji aliyê berjewendiyên aborî, siyasî û çandî ve tê şekilkirin. Em dibînin ku bajar bûye qadeke siyasî û deverên wekî mizgeft, baxçeyên giştî û qehwexaneyên giştî ji aliyê îdeolojiyên taybetî ve şekil digirin." 
 
'MUDEXILE LI QADÊN JIYANÎ TÊ KIRIN' 
 
Kayalik anî ziman ku veguherîna bajarî û guhertinên îmarê li taxan qadên jiyanî sînordar dikin û wiha domand: "Rewş li Wanê hîn bêtir pirsgirêke. Planên îmarê li deverên wekî perava Ertemetê herêmên TOKÎ  û deverên zanîngehê bi berdewamî têne manîpulekirin. Hikûmeta navendî li gorî polîtîkayên xwe mudaxeleyî qadên ku em lê dijîn dike. Kar û xebatên ku bi gel re nayên parvekirin tên pêşxistin. Guhertina bajêr û îmara bajar qadên jiyanê li taxên kêmdahat, wekî Bostaniçi û Şabaniye, sînordar dikin. Xizmetên ku ji van deveran re têne peyda kirin ne bes in û xizmetên heyî li paş demê ne."
 
'QEYÛM MEKANÎZMAYÊN BEŞDARBÛNÊ QELS KIRIN'
 
Kayalik bi lêv kir ku şaredarî di vî warî de berpirsiyariya têrker nagirin ser xwe û got: "Pêvajoya qeyûm û valahiya demokratîk mekanîzmayên beşdarbûnê qels kirine. Her çend hevkariya bi meclisên taxan û rêxistinên civaka sivîl re pêwîst be jî, mixabin ev avahî li Wanê kar nake. Wan bajarekî ye ku di seranserê dîrokê de gelek şaristaniyan mazûvan kiriye. Avahiyek wê ya pirqatî heye ku ji Urartuyan bigire heya serdema Komarê dirêj dibe. Lêbelê, di salên dawî de, pratîkên qeyûm zirarên cidî dane tevna dîrokî ya bajêr. Herêma derdora Kela Wanê, xirbeyên bajarê Wanê yê kevin û tevna taxên wê yên dîrokî bi avahiyên betonî yên bilind û navendên kirînê yên anonîm dorpêçkirî ne. Bi şopên pêşkeftina dijwar, bajêr nasnameya xwe ya herêmî winda kiriye."
 
'PÊŞEROJA BAJÊR DIVÊ GEL DIYAR BIKE'
 
Ferhat Kayalik daxuyand ku di dema pêvajoya qeyûm de tevna dîrokî û derdora golê hatiye paşguhkirin û pêdivî ye ku qadên hêşîn ji nû ve werin avakirin. Kayalik diyar kir ku divê gelê Wanê li gorî biryarên xwe bajarê xwe ava bike û got: "Paşeroja bajêr ne tenê ji hêla şaredariyan ve, divê bi gel re bê sazkirin û diyarkirin. Divê bi hemû taxan re civîn werin lidarxistin da ku nêrînên raya giştî werin berhev kirin. Bajar qada jiyanê ya gel e; divê biryar bi gel re qadên vekirî re werin dayîn, ne bi odeyên girtî de. Divê mekanîzmayên çavdêriyê yên bibandor werin damezrandin. Bajarsaziya saxlem bêyî çareserkirina kêmasiyên Wanê û beyî rêveberiya beşdar de ne pêkane ye."
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin li girtîgehê rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
16:35 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin