Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike

  • rojane
  • 09:19 30 Cotmeh 2025
  • |
img
ENQERE - Zanyarê siyasetê Levent Koker diyar kir ku gavên ku divê dewlet wekî parçeyeke ji pêvajoyê bavêje têrê nakin û got: "Divê komîsyon niha pêşniyazên qanûnî yên der barê entegrasyona demokratîk de berbiçav bike."
 
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd di 26'ê Cotmehê de li Qendîlê civîneke çapemeniyê li dar xist da ku biryara xwe ya vekişîna hêzên xwe bo Herêmên Parastina Medyayê ragihîne. Di daxuyaniyê de ku bi beşdariya gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) yên vekişiyayî hat dayîn, wiha hat gotin: "Divê Qanûna Veguhêz a taybet ji bo PKK'ê wekî bingeh were girtin û qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk ên ji bo beşdarbûna li siyaseta demokratîk pêwîst in, bêyî ku bi derengî bikeve werin derxistin." Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku "qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye û pêdivî demildest bi derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk heye."
 
Zanyarê siyasetê Levent Koker, gava hatiye vêtin û qonaxa niha ya pêvajoyê nirxand û bal kişand ser daxuyaniya "Em li ser bingeha erêkirina Rêber Abdullah Ocalan, pêvajoya vekişîna hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê ku ji bo provakasyonên gengaz çênebin, ber bi Herêmên Parastina Medyayê ve dikişînin." Koker diyar kir ku tevî "nêzîkatiyên netêrker", ev gava ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin hatiye avêtin.
 
'TEVGERA AZADIYÊ TIŞTA DIKEVE SER MILÊ WÊ DIKE'
 
Koker diyar kir ku ev daxuyanî "tê wê wateyê ku têkoşîna çekdarî bi tevahî hatiye terikandin" û got: "Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê rola xwe lîstiye û amade ye ku tişta dikeve ser milê wê bike. Lêbelê, rêziknameyên qanûnî û nêzîkatiyên din ên ku ji hêla dewletê ve tên xwestin ku ji bo pêvajoyê pêwîst in, têrê nakin. Li hember vê rewşê, eşkere ye ku divê niha hemû çav ber bi 'Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê' ve biçin ku niha li  meclisê dixebite. Piştî guhdarîkirina nêrînên gelek kesan û nûnerên civaka sivîl li ser vê mijarê, divê komîsyon, bêyî derengmayînê, pêşniyazên qanûnî yên der barê 'entegrasyona demokratîk' de, wekî ku di daxuyaniya navborî de hatiye behskirin, berbiçav bike. Tê payîn ku gava ku bi daxuyaniya roja Yekşemê hat avêtin, bandoreke erênî li atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê bike, aştî û demokrasiyê teşwîq bike û pêvajoyê bilezîne."
 
Koker behsa gotina "Divê Hiqûqeke Veguhêz a taybet ya ji bo PKK'ê wekî bingeh were pejirandin" kir û got: "Ev daxuyanî di çapemeniya Tirkiyeyê de, çi alîgirê desthilatê be çi nebe, bala gelek kes û derdoran kişandiye. Sedema sereke ya vê baldariyê paraleliya wê bi nêrînên Şêwirmendê Sereke yê Serokkomar Mehmet Uçum re ye der barê derxistina rêziknameyeke qanûnî ya taybet ji bo pêvajoyê de. Ger ev paralelî rast be, divê bi rastî jî wekî geşedaneke erênî ji bo pêvajoyê were dîtin. Lêbelê, ji aliyekî ve 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' a ku tê meşandin û ji aliyê din ve pratîkên otorîter ên ku bi zextên li ser CHP'ê û muxalefetê kûrtir dibin, piştgiriya ji bo pêvajoyê di nav raya giştî de kêm dikin an jî bi giranî zirarê didin. Ev zirar rêxistinên muxalif yên ku bi awayekî kategorîk li dijî pêvajoyê û nêzîkatiyên wan ên îdeolojîk derdikevin xurt dike û dibe sedema derengketina gavên hiqûqî." 
 
Koker bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û tiştên ku divê werin kirin û got: "Tiştê ku vê gavê dike 'dîrokî' ev e ku em gihîştine ber deriyê çareseriya pirsgirêka Kurd ku ji temenê desthilata niha ya Îtîfaqa Cumhûrê dirêjtir dom kiriye. Bikaranîna vê gava dîrokî ji bo veguhertina çareseriyekê ku hebûna gelê Kurd nas dike pir bi qîmet e ku nebe qurbana berjewendiyên demkurt ên desthilatdariya siyasî ya heyî. Ji ber vê yekê, li dijî hewldanên astengkirina bilez a rêziknameyên hiqûqî yên ku ji hêla pêvajoyê ve tên xwestin ji ber fikara ku ew dikarin xizmeta berjewendiyên desthilatdariya siyasî ya heyî bikin, divê hewl were dayîn ku nêzîkatiyên ku girîngiya avakirina civakeke aştîxwaz û demokratîk tekez dikin werin xurtkirin. Rast e ku ji bo avêtina gavên hiqûqî yên pêwîst dereng e, lê di heman demê de diyar e ku ji bo pêşîgirtina li derengketinên din jî çi hewce ye."
 
MA / Omer Gungor

Sernavên din

15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin li girtîgehê rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
16:35 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:22 Danişîna doza hevşaredarên Akdenîzê sibê dê bê lidarxistin
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
09:19 Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike
09:13 Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
09:11 Îdareya girtîgehê wêneyê Ceylan Onkolê 'bifikar' hesiband
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN
08:33 Mûstafa Karasû: Dem dema gotinê, dema îcraatê ye