Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe

img

WAN - Li Wanê bi hezaran kes tev li civîna bi gel re bûn. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê di civînê de got: “Heke em bikarin berpirsyartiyên xwe yên di vê pêvajoyê de bicih bînin, têkoşîna me dê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biencam bibe. Têkoşîna me divê ji bo vê be.” 

 
Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Wanê bi gel re civiya. Veysî Aktaş ku demek berê ji Girtîgeha Îmraliyê hatibû berdan, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û vasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaaln Mazlum Dînç, parêzer Îbrahîm Bîlmez û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin weke axêver tev li civînê bûn. Hevdîtin, li eywaneke bajêr hat lidarxistin û bi hezaran kes tev li bûn. Ji ber ku cih di eywanê de nebû, bi sedan kes li derve man.
 
Mêvan, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin û li eywanê postrekî mezin ê Abdullah Ocalan ê bi nivîsa Êdî ew welat dê bibe warê wan kesên ku aştî û jiyana demokratîk hem weke mafê xwe hem jî weke erk a xwe dibînin” û pankarta “Israra di sosyalîzmê de israr di mirovbûnê de ye” hatin hilayîstin. 
 
BERFÎN NÛRHAQ Û SEMA ROZA HATIN BIBÎRANÎN   
 
Demekî kin beriya destpêkirina civînê hate ragihandin ku Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaqê û endama YJA Starê Sema Roza jiyana xwe ji dest dane. Her du jinên têkoşer, bi Çerxa Şoreşê û dirûşma “Şehîd namirin” hatin bibîranîn. 
 
‘RÊBERTIYÊ HEMÛ BAR LI XWE GIRTIYE’   
 
Gulistan Sonukê diyar kir ku wan bi hezaran civîn lidarxistine û di civînan de li ser rêbazên pêşxistina pêvajoyê, statuya Kurdan, berpirsyartiya li dijî pêvajoyê û rêxistinbûnê sekinîne. Gulistan Sonukê, bal kişand ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan û got: “Piştî vê manînfestoyê ev saleke li ser çareseriyê nîqaş tên kirin. Di navbera du aliyên şer de aştî çêdibe. Sermuzakerevan Rêber Apo ye û li aliyê din jî dewlet heye. Ji bo serkeftina pêvajoyê divê em civakeke demokratîk ava bikin. Rêbertiya me, hemû barê pêvajoyê li xwe girtiye. Divê em jî xwe bidin ber vî barî.”
 
‘YA HERÎ GIRÎNG KOMUN Û MECLIS IN’  
 
Di berdewamê de Gulistan Sonukê anî ziman ku tişta herî girîng a Abdullah Ocalan daniye pêşiya gel, meclis û komun in û got: “Rêbertî, pirsgirêka Kurd û çareseriya wê bi awayekî dîrokî digire dest. Pirsgirêka Kurd çawa giran bû, çawa gihişt vê astê di manînfestoyê de heye. Her wiha krîza dinya dijî û rêyên çareseriyê tê de hene. Dibêje ku pirsgirêkên di navbera civakê de, piştî xerabûna têkiliyên jn û mêran dest pê kiriye û heta roja me hatiye û kûr bûne. Gelek şoreş li cîhanê çêbûn lê ji ber ku rast fêm nekirin, tevek jî têk çûn. Ji ber ku civakekî jin tê de azad nebe, nikare azad bibe. Ji bo azadbûna civakê, ji ewil divê ev têkilî û pirsgirêka kûr were çareserkirin.” 
 
‘HEWCEYE EM JI BO SERKEFTINA PÊVAJOYÊ TÊBIKOŞIN’ 
 
Bi domdarî Gulistan Sonukê daxuyand ku nêzikatiya wan a li hemberî pêvajoya heyî gelek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em bikarin di vê pêvajoyê de erk û berpirsyartiyên xwe bicih bînin, wê demê ev pêvajo dê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biencam bibe. Hewceye tevahiya têkoşîna me ji bo vê be. Di nava rojê de em her çi bikin, divê em ji bo serkeftina pêvajoyê bişêwirin. Rêber Apo ev 40 sal in ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têdikoşe. Gelek caran pêvajo heta merheleyekê hatin lê dewletê piştre têk bir. Lêbelê em îro bêhtir nêzî çareseriyê ne. Ji ber ku dewlet bi awayekî fermî vê pêvajoyê birêve dibe. Divêtin em jî ji bo serkeftina wê xwe birêxistin bikin û bi hêza xwe ya rêxistinkirî vê pêvajoyê bi ser bixin. Hewceye her kes mala xwe veguherîne komunekê û ji biçûk heta mezin, her ferdek tê de cih bigire. Ji bo vê hêza me heye. Pêwîst dike ku her kes pirsgirêkên xwe bide aliyekî û bala xwe bide ser pêvajoyê.” 
 
BANGA JI BO MITÎNGÊ
 
Gulistan Sonukê xwest her kes tev li mitînga 4’ê Çileyê ya li Amedê bibe û axaftina xwe wiha xelas kir: “Em vê mitîngê ne wekî mitîngekî ji rêzê dibînin. Hewce dike ku her kes ji bo tevlibûna mitîngê bixebite.”
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.       
 

Sernavên din

12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN