Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!

  • rojane
  • 09:13 16 Kanûn 2025
  • |
img
STENBOL - Firoşkarê şekirê pembû Mehmet Şah Karataş ê ku zabitayan tundî lê kiribû serlêdana gilî kir. Karataş ê ku ji ber serlêdana gilî ya zabitayan di dosyayê de bûye gumanbar, diyar kir ku êriş ji ber nasnameya wî ya Kurd-Elewî pêk hatiye.
 
Mehmet Şah Karataş ê ku li Meydana Cumhuriyetê ya Bakirkoyê ya Stenbolê şekirê pembû difirot, rastî tundiya zabitayên Şaredariya Bakirkoyê hat. Di dîmenên êrişê yên aşkera bûne de, tê dîtin ku Karataş piştî ji aliyê zabitan ve hatiye derbkirin, dev û destê wî di nava xwînê de maye. Di dîmenan de tê dîtin ku li heman meydanê simîtfiroş, firoşkarên gûzan ên bi erebeyê û parsek hene, lêbelê êrişa zabita ya bi hinceta "firoşkariya gerok" li dijî Karataş balkêş e. Piştî êrişê Karataş bi pankarta "Ayşegul Ovalioglû îstîfa bike. Em şaredariya Bakirkoyê ya êrişî welatiyan dike, gef lê dixwe û heqaretê dike şermezar dikin" çalakî li dar xist û anî ziman ku êriş ji ber nasnameya wî ya Kurd-Elewî pêk hatiye.
 
Karataş diyar kir ku ji ber krîza aborî her kes zehmetiyên aboriyê dijî û ev tişt got: "Ez jî li Bakirkoyê ji bo debara zarokên xwe bikim, şekirê pembû difroşim, firoşkarê gerok im. Li vir gelek firoşkarên gerok hene. Ger firoşkarî qedexe be, divê ji bo her kesî qedexe be. Zabitayên vir tim tên û pembû şekirên min digirin. Herwiha wêne û vîdeoya min dikişînin. Piştre zabita dibêjin, 'em hezar û 644 TL ceza li te dibirin' û êrişî min dikin, gef li min dixwin û heqaretê li min dikin. Wan ev yek gelek caran kiriye."
 
'ÎDIAYA NIJADPERESTIYÊ'
 
Karataş têkildarî bûyerên di êrişan de hatine serê wî wiha got: "Zabita dibêjin, 'ez amîrê zabitayan im. Tiştek bi min nabe. Şaredar li pişta min e.' Ez jî dibêjim, 'li vir gelek firoşkarên gerok hene. Çima dest nadin yekî, mudaxaleyî yekî nakin, heta diçin silavê didin wan.' Vîdeoyên wan jî hene. Lê bela xwe bi min didin.  Ji bo çi? Ji ber ku ez welatiyekî Kurd-Elewî me. Jixwe zabita dibêjin, 'ez ji Kurd û Elewiyan hez nakim. Em ê te bikujin.' Amîrên zabitayan Ayhan Kara û Mûrat Bîrcan her tim êrişî min dikin, gef li min dixwin û heqaretê li min dikin. Vîdeoyên min qeydkirî jî hene. Herwiha van zabitan berê jî mudaxaleyî kesên muzîkjenên Kurdî dikirin."
 
QALA ROJA TUNDIYÊ KIR
 
Karataş ê ku diyar kir ku rastî tundiyê hatiye, qala roja tundiyê kir: "Herî dawî dema ez diçûm rawestgeha otobusê, li dû min gazî min kirin. Ez rawestiyam û hat li min xist. Heta polîsan jî li wir bertek nîşanî vê rewşê dan. Şekirên min girtin û avêtin erdê. Di destê zabitayekî de amûre bibir hebû bi wê destê min birî. Şaredar jî li van zabitayan xwedî derdikeve. Du caran jî şekirên min ji nava dikanê girtin. Dikan ya hevalekî min e. Min danîbû nava dikanê. Min dît derî vekirin û şekirê di hundir de girtin û birin. Min got, 'lilkê taybet e, hûn bê destûr nikarin bikevin nava dikanê.' Wan jî zanibûn ku sûcdar in, loma bêdeng man."
 
'MIN GILIYÊ WAN KIR, EZ BÛM GUMANBAR'
 
Karataş anî ziman ku nikarîbû bi şaredar re jî hevdîtinê bike û wiha pê de çû: "Ez bang li her kesê ku mafên mirovan diparêze, dikim. Piştgiriyê bidin min. 4 caran bi îdiaya 'li hemberî memûr li ber xwe daye' min gilî kirine. Ez diçim qereqolê gilî dikim. Li qereqolê zabita dikin  mexdûr, min dikin sûcdar û gumanbar. Dev û rûyê min di nava xwînê de ye, lê min dikin sûcdar. Her wiha CHP, ji Erdogan re dibêje 'dijminê kedkar'. Ev jî heman tiştî dikin. Di dawiyê de ez vê bibêjim, ez parêzer dixwazim, pêdiviya min pê heye."
 
ŞAREDARIYÊ ÎDIA DEREWAND
 
Amirê Zabitayan ê Şaredariya Bakirkoyê Hîkmet Avci yê ku em li ser telefonê pê re telefonê axivîn, îdiayên tundî û nijadperestiyê red kir û got ku wan der barê Karataş de serlêdana sûc kirine. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan re ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin