Li Samsunê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 10:58 6 Gulan 2024
  • |
img
SAMSUN - Kesê bi navê Adem Ç. li navçeya Îlkadimê hevjîna xwe Saadet Ç. qetil kir. 
 
Kesê bi navê Adem Ç. (48) li navçeya Îlkadim a Samsunê hevjîna xwe Saadet Ç. (43) ku di qonaxa hevberdanê de bûn, bi çekê qetil kir. Li ser îxbarê polîs û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Koman diyar kirin ku Saadet Ç. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Adem Ç. ku esnaf e û ji ber sûcên “Birîndarkirina bi qesdî, gefxwarin, talan û muqawemeta li dijî memûran” 19 qeydên wî yên sûc hene, li cihê bûyerê hate binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku Saadet Ç. mamosteya dibistana seretayî ye û du zarokên wê hebûn.