JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 12:10 7 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya meha nîsanê ya JINNEWS’ê; di meha nîsanê de herî kêm 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û 15 jinan û zarokekî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya rapora meha nîsanê ya JINNEWS’e; di meha nîsanê de herî kêm 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û 15 jinan û zarokekî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî bûyerên li ser çapemeniyê hatine parvekirin; li Amedê jinek, li Mêrsînê 2, li Edîrneyê 1, li Balikesîrê 1, li Antalyayê 2, li Tekîrdagê 1, li Stenbolê 4, li Mereşê 2, li Enqereyê 2, li Boluyê 1, li Manîsayê 2, li Kayseriyê 1, li Semsûrê 2, li Samsunê 2, li Muglayê 1, li Karabukê 1, li Agiriyê 1, li Kirikkaleyê 1, li Aydinê 1 û li Çankiriyê jî jinek hate qetilkirin. 
 
Li gorî çeteleyê; 11 jin ji hêla mêrê pê re zewicîn ve, 1 ji hêla mêrê ku hevberdabûn, 7 ji hêla mêrên di qonaxa hevberdanê de, yek ji hêla kurê xwe ve, yek ji hêla kekê xwe ve, 3 ji hêla mêrên bi hev re dijiyan, yek ji hêla biraziyê xwe, 2 jê ji hêla nasên xwe ve, 2 jê ji hêla hevalên xwe ve û yek jî ji hêla mamê xwe ve hate qetilkirin.