Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin

  • jin
  • 16:16 7 Gulan 2024
  • |
img
RIHA - Di daweteke li navçeya Serêkaniyê de gule hatin berdan û welatiya bi navê Zemzem Ozdemîr a ducanî bi giranî birîndar bû. Pitika Ozdemîr, jiyana xwe ji dest da. 
 
Di daweteke li Taxa Hamzababa ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê de komekê gule berdan. Guleyek li welatiya bi navê Zemzem Ozdemîr (34) ket û bi giranî birîndar bû. Ozdemîr ducanî bû û pitika wê 3 mehî bû. Ozdemîr rakirin nexweşxaneya navçeyê û piştî midaxileya ewil sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Harranê hate kirin. Ozdemîr li vir hate tedawîkirin lê pitika wê ya sê mehî jiyana xwe ji dest da. 
 
Tedawiya Ozdemîr didome. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de kesên bi navên C.K. û F.K. hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.