Jina gef lê dihat xwendin tevî giliya kiribû jî nehat parastin

  • jin
  • 14:48 16 Gulan 2024
  • |
img
STENBOL - Bahar Kaban a li Kuçukçekmeceyê rastî gefên Gokhan Y. dihat, tevî ku gilî kiribû jî nehat parastin û ji hêla faîl ve hate qetilkirin. 
 
Li Taxa Navendî ya Halkaliya navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê, zilamê bi navê Gohhan Y. bi çekê êrişî Bahar Kabanê (28) kir. Li gel agahîdayîna kesên li derdorê, tîmên tenduristî û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kaban a piştî êrişê bi giranî birîndar bûye piştî mudaxileya ewil rakirin nexweşxaneyê. Kaban li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan nehat xelaskirin. 
 
Faîl Gokhan Y. ji cihê bûyerê reviya. 
 
Hat zanîn ku Gokhan Y. ev demekî dirêj e Kabanê şopandiye û Kaban jî ji ber vê rewşê Gokhan Y. gilî kiriye. Kaban tevî ku gilî kiribû jî nehat parastin.