Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin

img
AMED - Binçavkirina rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Us û 7 welatiyên din a li Amedê hate protestokirin. 
 
Duh li Amedê polîsan bi ser gelek maland e girtin û rojnameger û siyasetmedar jî di nav de gelek kes binçavkirin. Binçavkirinên duh, bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê hatin protestokirin. Daxuyanî li avahiya DEM Partiyê ya Amedê hate dayîn û pankarta “Jin û Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin. Jin, jiyan, azadî" hate hilgirtin. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê tevî ku temamiya hêz û derfetên dewletê bi kar aniye jî li dijî têkoşîna pêşengtiya wê jin dikin têk çûye. Tekîn, wiha domand: “Dixwaze tola vê têkçûna xwe ji gelê kurd û hêzên demokrasiyê hilîne. Ji bo van polîtîkayên xwe yên qirêjî û têkçûna xwe veşêre, jinan û Çapemeniya Azad hedef digire.”  
 
'PÊDIVIYA GELAN BI DEMOKRASIYÊ HEYE’
 
Bi domdarî Tekîn bang li îktîdarê kir ku guh bide daxwazên gelan û wiha pê de çû: “Tekane daxwaza vî welatî û gelan, demokrasî, azadî û hiqûqa gerdûnî ye. Divê hûn êdî bibînin ku hûn nikarin vê têkoşînê têk bibin. Bêyî têkoşîna jinan û Çapemeniya Azad ne hiqûq ne jî demokrasî dibe. Em bi kedkarên Çapemeniya Azad re ne. Em soz didin ku dê tevî hemû êrişan jî têkoşîna jinan mezintir bikin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, girse derbasî pêşiya Edliyeya Amedê bû.