Di nav xwarina girtiyan de gule derket

img
AMED  - Di nava xwarina girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê tên ragirtin de gule derket. 
 
Li Girtîgeha Jinan a Amedê di nava xwarina girtiyan de gule derket. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di 1’ê gulanê de di nava xwarina meqerneya vejeteryan a girtiyên li qawîşa A-9’ê de gule derket. Li ser vê yekê girtiyan girtek nivîsandin û li îdareya girtîgehê û dozgeriya girtîgehê gilî kirin.