ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN

img

* Hat hînkirin ku encamê meclisa şaredariyê Ahmet Arar ê ku Mehmet Begît gotibû 'em îstifa dikin' û navê wî jî gotibû, haya wî ji naveroka civînê tune bûye. Arar got: "Ji min re got, di warê maddî û manewî çi hewce be ez ê bikim, lê min qebûl nekir." 

 
* Endama Yekîneya Hiqûqê ya MLS'ê Emîne Ozhasarê diyar kir ku peyvên wekî "Ocalan", "Îmralî" û "tecrîd" ên di nava nûçeyên rojnamegerên girtî Esra Solîn Dal, Erdogan Alayamût û Mehmet Aslan daxilî nava dosyeyê hatine kirin wekî sûc hatine hesibandin. Ozhasarê destnîşan kir ku biryara girtinê bi saîqên siyasî hatiye kirin. 
 
* Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal anî ziman ku jinên penaber ên rastî nijadperestî, tacîz û zextan tên, ji ber tirsa “derxistina derveyî sînor” nikarin serî li saziyên dewletê bidin. 
 
* Rojnamevanên kurd, destnîşan kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya civakê dike. Rojnamevan Keser Bûldan wiha got: “Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin.”
 
* Parlementerê DEM Partiyê Mehmet Kamaç bertek nîşanî bersiva Wezareta Dadê da ku gotibû "Li Îmraliyê tecrîd nîn e" û got: "Hûn nikarin çavên xwe bigirin û wekî ku tecrîd tune be tevbigerin."
 
* Derket holê ku ji kesên Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û Midûriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê digot bi tiryakê hatine girtin du jê polîs in. 
 
* Baroya Şirnexê dê têkildarî pirsgirêkên li navçeya Cizîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00) 
 
* Rêxistina TOP’ê ya Îzmîrê dê têkildarî êrişa li Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez hatiye kirin li ber Girtîgeha Şakranê daxuyaniyê bide. (14.00)  
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê berdewam bike. (15.00)
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dê serdana Partiya Seadetê bikin. (16.30)