Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev

img
ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li Meclisê hatin gel hev. 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li Meclisê çû serdana Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî. Bahçelî, Ozel li pêşiya odeya xwe pêşwazî kir. Hevdîtina her duyan 45 deqeyan dom kir. 
 
Hat zanîn ku li ser daxwaza Bahçelî hevdîtin tenê di navbera Ozel û Bahçelî de hatiye kirin.