Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye

img

STENBOL - Rojnameger Veysî Sarisozen diyar kir ku rêya xelasiya Tirkiyeyê ya ji şerê sêyemîn ê cîhanê, bi entegrasyona demokratîk a Abdullah Ocalan pêşniyar dike pêkan e.  

Rojnameger û nivîskar Veysî Sarisozen, têkildarî biryara vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand. Sarisozen, biryara vekişînê weke gaveke dîrokî nirxand û got: “Hewl didin vê gavê nexuyayî bikin. Bi vê gavê re hemwext, der heqê Ekrem Îmamoglû de lêpirsîna ‘sîxuriyê’ vekirin. Lê di demekî kin de girîngiya vê gavê derket. Van gavên dîrokî, derfeta çareseriya pirsgirêka Kurd afirand. Dema ev pirsgirêka navxweyî ya Tirkiyeyê çareser bû, wê demê derfeta çareseriya pirsgirêka Kurd a derve jî derdikeve holê.”
 
‘ÇARESERÎ ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK E’  
 
Sarisozen, anî ziman ku Tirkiyeyê hewl da pirsgirêka Kurd a navxweyî bi rêya înkar û jenosîdê çareser bike û got: “Serok Apo di şertên heyî de rêya çareseriyê  nîşan da. Serok Apo got; ‘Çareserî bi entegrasyona demokratîk dibe.’ Jixwe pêvajo li ser vê esasê dest pê kir. Em nizanin dê ev pêvajo çawa biencam bibe. Ji ber ku astengiyên girîng hene. Lê heek entegrasyona demokratîk, li ser bingeha hemwelatiya wekhev û mafên wekhev çêbibe dê pirsgirêka Kurd a navxweyî jî çares bibe.” 
 
TIFAQA BI KURDAN RE  
 
Bi domdarî Sarisozen anî ziman ku dema pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê çareser bû, îcar jî dê mijara bi Kurdên derveyî Tirkiyeyê bibe rojev û wiha pê de çû: “Di vê mijarê de gava vekişînê, stratejîk e. Ev pirsgirêk dê li gorî perspektîfa şerê sêyemîn ê cîhanê ku niha li Rojhilata Navîn navendî bûye, teşe bigire. Di şertên şerde dewlet û hêz li gorî meseleya tifaqê lê dinêrin. Ev pêvajoya şer e û tifaqên bihêz, ji bo hemû hêzan meseleya jiyanî ye. Karayilan, got; ‘Hêzên heta duh jî ji ber deriyê me jî derbas nedibûn, niha li deriyê me dixin.’ Yanî hêzên kûrewî jî dixwazin bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re tifaqan çêkin. Tirkiye, her çend Rojava, Başûr û Rojhilat bo xwe gef bibîne jî mecbûr e ku têkiliyên xwe jinûve binirxîne. Madem şertên şerê cîhanê li Tirkiyeyê rê li ber ‘pirsgirêka bekayê’ vekiriye, wê demê çareseriya vê jî tifaqa bi hêzên Kurd re ye. Ji ber ku di şer de ya girîng, tifaqên beriya şer in. Ji bo vê jî divê tu rêyên tifaqa bi van hêzan re bibînî. Heke tu tifaqê bikî, wê demê divê hedefa ne bêçekkirina wan hêzan be. Ji ber ku di şer de ne gelê sivîl, çekdarên gelê sivîl rol dilîzin.” 
 
DI ŞER DE SIYASETA DERVE  
 
Sarisozen, diyar kr ku divê Tirkiye di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de siyaseta derve ya “Bêbloq” bimeşîne û wiha pê de çû: “Heke Tirkiye li cem DYA’yê yan jî Rûsyayê cih bigir, dê ji du aliyan ve jî rastî hilweşîneke mezin were. Weke mînak; her niha an jî 5 sal piştre be, teqez dê tev li şerê li dijî Îranê bikin. Şerê Tirk-Îranê jî dê ji bo her du welatan jî hilweşîner be. Dibêjin ya ‘piştî Iraq, Sûriye, Filistînê dor tê Îran û Tirkiyeyê.’ Ev şer dê ne bi şerê Îsraîl û DYA’yê yê li dijî van dewletan be, berevajî vê dê Tirkiye an jî Azerbaycan li dijî van dewletan bên birêxistinkirin. Hewldana stratejîk a van hêzan ev e. Anku dê van her du dewletan bi hev bidin şerkirin. Her du dewlet jî dê rastî wêraniyeke mezin bên. Anku vekişîna gerîlayan ne tenê ji bo sûdewerbûna xebatên komîsyonê nîne. Ji bo Tirkiye û herêm di şerê sêyemîn ê cîhanê de veneguhere dojehê tevdîrek e.” 
 
‘ÇARESERÎ RÊYA 3’YEMÎN E’ 
 
Sarisozen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê Tirkiye kumê xwe deyne pêşiya xwe û pozîsyona xwe lêpirs e. Tirkiye krîza aboriyê dijî, îktîdara siyasî dengan winda dike, rewşa artêşê jî nebaş e. Heke hêzên kûrewî hêzeke wiha tev li şer bikin, ew dê were wateya hilweşînê. An dê di eniya DYA, Ingilistan û Îsraîlê de cih bigirî yan jî li aliyê Rûsya û Çînê bî. Lê di her du rewşan de jî dê nekare xwe ji wêraniyê rizgar bike. Çareserî, Rêya 3’yemîn e ku Serok Apo pêşniyar dike. Ev rê jî ev e; pirsgirêka Kurd çareser bike û bi Kurdên derve re jî tifaqê bike.” 
 
‘STRATEJIYEKE RAST E’
 
Sarisozen, bi lêv kir ku heke Tirkiye siyaseteke bêblok bişopîne dê ev hêz têr bike ku li derveyî şer bimîne û axaftina xwe wih qedand: “Serok Apo, dibêje dewletê weke ‘dewleta navxweyî ya legal û dewleta derve ya îllegal’ dabeşî du parçeyan dike. Niha li Îmraliyê bi dewleta îllegal re muzakerayan dike. Dewleta îllegal jî ji bo xerakirina pêvajoyê tişta ji dest tê dike. Eniya van jî berfireh e. Ji niştimanperestan heta trolên medyayê, eniyeke li holê heye. Dibe ku ji nişka ve provokasyonên mezin bên kirin. Lewma vekişîna gerîlayan gelek girîng e. Gelo dê hevsengiya di nava dewletê de bi aliyê kê ve biguhere? Hemû hewldana Serok Apo û Qendîlê ji bo wê ye ku dewleta legal bi ser keve. Ji bo vê jî gavên hişyar û fedekar diavêjin. Ev jî stratejiyeke rast û rasteqîn e. Heke ev pêvajo bi ser nekeve, dê şer dîsa dest pê bike. Lewma çalakiyên mîna li Kolnê girîng in. Divê Serok Apo tavilê azad bibe.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû