STENBOL - Endamê SGDF’ê Kalender Polat bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hate girtin.
	Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Kalender Polat, bi hinceta parvekirinên  xwe yên ser medya dijîtal, hate binçavkirin. Polat piştî 4 rojên binçavkirinê, sewqî edliyeyê hate kirin. Polat bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hate girtin. 
	SDGF ser hesaba xwe ya medya dijîtal, têkildarî biryara girtinê ya Polat ev peyam parve kir: “Dê zext, biçavkirin û girtin, ciwantiya sosyalîst û têkoşîna sosyalîzmê nede sekinandin.” 
