AMED - Ciwanan bi pankarta ku bi sûrên Amedê ve daliqandin rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. 
	Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz bikin pankartek bi sûrên Amedê ve daliqand. Di pankarta ku wêneyê Abdullah Ocalan li ser bû de bi rengên kesk û sor û zer nivîsa “Rojbûna Rêberê Gelan pîroz be” hate nivîsin. 
