Li Mêrdînê cotkarê berhema ewil a salê rakirî bi zêrekî hat xelatkirin

img
MÊRDÎN - Germa îsal bi ser pileyên asayî de ye lewma li Deşta Mezopotamyayê ceh zû gihişt û berhema ewil hate rakirin. Cotkarê ku berhema ewil rakirî bi zêrekî hat xelatkirin. 
 
Li Deşta Mezopotamyayê ceh her sal di 15’ê gulanê de tê dirûn. Lê ji ber ku îsal germahiya hewayî bi ser pileyên asayî de ye, ceh zû gihaşt û zû hate dirûn. Berhema ewil a îsal ji hêla cotkar Eyup Topçul ê li gundê Xerabkurka yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê ve hate rakirin. 
 
Di palehiya ewil de ji zeviya 40 doniman de 16 hezar û 200 kg ceh hat bidestxistin. Cehê hatiye rakirin anîn Navenda Dexl û Bazirganiyê ya Qoserê û dan ber firotinê. Tona ewil a cehê îsal bi 10 hezar û 310 TL’an ji hêla endamê Komeleya Zexîrevanan Seyhan Erat ve hate kirîn. Serokê Komeleya Zexîrevanan Mehmet Şerîf Oter jî ji ber berhema ewil a salê, zêrekî Cumhuriyetê diyarî cotkar Topçul kir. 
 
‘HEM QELÎTE HEM JÎ BERHEM BAŞ E’
 
Oter, da zanîn ku hem qelîte hem jî berhemdariya berhema ewil a salê pir baş e û wiha got: “Par ji donimekê derdora 30 kg’an berhem hat bidestxistin lê îsal bûye 400. Ev yek cihê keyfxweşiyê ye. Îşala dê îsal ji hêla dexlî ve saleke bi bereket be.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî cotkar û zexîrevanan cehê ewil ê îsal lêkolîn kirin û cotkar Topçul pîroz kirin.