Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê

RIHA - Bertekên li dijî Mehmet Begît ê piştî weke Şaredarê Bêrecûkê hat hilbijartin ji DEM Partiyê îstîfa kirî didomin. Girseya li pêşiya şaredariyê kom b^y peyama “Em ê rê nedin diz û xiyanetê.” 

 
Di hilbijartinên 31’ê Adarê yên li navçeya Bêrecûk a Rihayê de Mehmet Begît ji DEM Partiyê hate hilbijartin û di 29’ê nîsanê de îstîfa kir. Bertekên li dijî Begît didomin. Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan, Parlamenterê Agiriyê Heval Bozdag, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, Hevşaredara Pirsûsê Ayten Kaya û bi sedan kes li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û daxuyanî dan. 
 
Tevî astengiyên polîsan jî daxuyanî hate dayîn û dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate berzkirin. Di daxuyaniyê de dovîzên “Na ji xespkirina îradeyê re, îstîfa bike”, “Ji diziyê re destûr tune ye”, “Şaredarî ya gel e û dê wisa bimîne” û “Gel ji bo heqê xwe wergire hatiye” hatin hilgirtin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçelî wiha got: “Em duh jî li vir bûn û dê îro jî li vir bin. Heta Mehmet Begît îstîfa dike û tişta aydê gel lê tê vegerandin em ê li vir bin.” 
 
'DEMA FAM KIR DÊ NEKARE DIZIYÊ BIKE...’ 
 
Hevşaredar Manas jî ev tişt anî ziman: “Em ê rê nedin dizî û xiyanetê. Dê bertekên me bidomin. Em ê heta dawiyê xwedî li tiştên aydê gel derkevin. Ev şaredarî ya gel e, îradeya gel e, hûn nikarin bi xiyanetê bidizin, bi derewan bidizin û hûn nikarin bi siyaseta al û posteran bidizin. Banga min ji bo Begît e; birûmet tevbigere û îstîfa bike. Dema vî kesî fam kirî nikare diziyê bike, ji partiya me îstîfa kir. Teklîfên qirêjî ji bo ji encumenên me yên hêja û hilbijêrên me kir. Xwest wan jî bike şirîkê xiyanet û diziya xwe. Lê gelê me û encumenan bersiva pêwîst dan û seknekî birûmet raber kirin.” 
 
'ÎRADEYA 22 HEZAR KESAN HATE XESPKIRIN’
 
Parlamenter Bozdag jî got ku DEM Partiyê di hilbijartinan de li Rihayê serkeftineke mezin bi dest xistiye û wiha domand: “Hilbijartina Curnê Reş hat betalkirin û dixwazin Bêrecûkê xesp bikin. Ya ku li vir tê xespkirin îradeya gel e. Keda bi hezaran kesan heye. Îradeya 22 hezar kesan hatiye xespkirin. Begît dixwaze bi tena serê xwe şaredariyê birêve bibe. Lê DEM Partî bi rêbazekî kolektîf birêve dibe. Em tişta aydê gel dixwazin. Em ê mafê her kesê dengê xwe daye partiya me biparêzin. Em ê dev jê bernedin. Divê Begît di demekî herî kin de îstîfa bike.”
 
Parlamenter Omer Ocalan jî tiştên qewimîn weke “xiyanet” pênase kir û axaftina xwe wiha qedand: “Xelkê Bêrecûkê xwedî li îradeya xwe derdikeve. Her kes pirsa ‘gelo çawa bû ku hêj mehek neqediyayî îstîfa kir?’ dike. Fam kir ku nikare daxwazên xelkê Bêrecûkê bi cih bîne lewma îstîfa kir. Bi rêya derewan îstîfa kir. Xelkê Bêrecûkê xelkekî birûmet e. Gelê me vê bêrûmetiyê qebûl nake. Şaredarî ya gel e. Begît pişta xwe da îradeya gel. Gelê me divê silavê jî nede kesên wiha. Em ê vê xayintiya wî li her derê teşhîr bikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.