AMED - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo 1’emîn Kongreya Asayî ya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê peyamek şand û got: “Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye.”
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, li Amedê bi dirûşma “Ji Îslama demokratîk ber bi aştî û civaka demokratîk ve” 1’emîn Kongreya Asayî li dar dixe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo kongreyê peyamek şand. Abdullah Ocalan, diyar kir ku ola Îslamê di esasê xwe de ola azadî, edalet û wekheviyê ye û Îslama dewleta fermî yan jî avadaniyên cemaetan ku modernîteya kapîtalîst weke amûra îktîdar û talanê bi kar tîne, ev cewhera xwe winda kiriye.
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:
“Ji Kongreya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê re;
Îslam, di cewhera xwe de ola azadî, edalet û wekheviyê ye. Îslama dewleta fermî yan jî avadaniyên cemaetan ku modernîteya kapîtalîst weke amûra îktîdar û talanê bi kar tîne, ev cewhera xwe winda kiriye. Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye. Ew peyman, peymana pêkvejiyana baweriyên cuda, gel û çandan a bi îradeya xwe û bêyî zextan e. Divê were zanîn ku cîhada rasteqîn, têkoşîna bi rêya xwerexnekirineke domdar a li dijî nefs û zilmê ye. Feraseta şûrayê ya di Îslamê de jî tê wateya aqilekî kolektîf û biryardayîna demokratîk e.
Bêyî ku Îslamê bikin amûra siyasî ya dewletê û komên cuda, em bixin xizmeta jiyana azad a civakê ku xwe li ser vê bingehê birêxistin kiriye. Îslama demokratîk, şaristaniyeke alternatîf e ku azadiya jinê, hevsengiya ekolojîk û xwişk-biratiya gelan esas digire. Tenê ev şîroveya demokratîk dikare ji birînên Rojhilata Navîn re bibin derman. Hêvîdarin ku nîqaşên we yên di vê çarçoveyê de jî ji bo pêvajoya civaka demokratîk a me daye destpêkirin sûdewer bin.
Bi hezkirin û silavên xwe yên bêdawî...
Abdullah Ocalan
Îmrali”
