Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
- çand û huner
- 13:14 27/8/2023
MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd dê Kargeha Nivîskariya Afirîner bide destpêkirin. Komele armanca xwe ya ji vê kargehê wiha vedibêjin: “Ji hewldana hînkirina nivîskariyê zêdetir, ji kartêkerî û veguherkariya wêjeyê dide ser rê û di xebat û çalakiyên xwe de, li ser perspektîfeke berfireh û hişfireh, konteksta neteweyî li xwe dike armanc.”