Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da

  • rojane
  • 15:50 18 Îlon 2024
  • |
img
ENQERE - DEM Partiyê ji bo binpêkirinên li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê di cih de bên çavdêrîkirin, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê da. 
 
Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal, Bêrîtan Guneş û Kamûran Tanhan têkildarî îdiayên îşkence û miameleya xerab ên li dijî girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan. 
 
CIH DAN BINPÊKIRINÊN GIRTÎ PARVE KIRΠ
 
Di serlêdanê de agahiyên binpêkirinan ên girtiyan dane hatin parvekirin. Bi domdarî bal kişandin ser agahiyên parêzeran piştî hevdîtina bi Haci Karakuzu re kirin û wiha hate gotin: “Girtî rojê saetekê derdixînin hewşê, dema derdixînin sol, qayîş û saetên wan tên derxistin. Du hefteyan tenê saetekê dibin sporê, av mîna heriyê diherikin û radyo hatine komkirin.” 
 
'10 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN’
 
Bi domdarî di serlêdanê de hate gotin ku lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin, gelek girtî ji ber vê sepanê naçin nexweşxaneyê û girtiyê 60 salî Celal Cengîz ku xetere heye krîza dil derbas bike bi destkelemçekirî birine nexweşxaneyê. Parlamenteran bal kişandin ser agahiyên Karakuzu û gotin ku di nava du salan de herî kêm 10 girtiyên edlî ji ber binpêkirinan jiyana xwe ji dest dan. 
 
BI DEHAN BINPÊKIRIN HENE
 
Di serlêdanê de hat gotin ku girtiyê bi navê Mesût Ayşîn gotinên nîjadperest ji girtiyan re dike, pirsgirêka avê heye, xwarin bi hîjyen nînin, mehê tenê carekê xwarinên bigoşt tên dayin, daxwaza xwarinên diyetê yên nexweşên diyabetê nayê cîbicîkirin, li nexweşxaneyê rastî miameleya nebaş a bijîşkan tên, li gel ku hikûmxwar nînin jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, gardiyan bi şev ceyranan vedikin, atolye tune ne, ji ber têlên direhî ode hewayî nastînin, ava germ tune ye, girtiyên nikarin ji ber bêperetiyê ava hazir bikirin ji neçarî ava kaniyê ya mîna heriyê vedixwin û gelek caran nexweş dikevin. 
 
ÎŞKENCEYA GARDIYANAN VEGOT
 
Di serlêdanê de agahiyên Îsmaîl Tuzun parve kirin jî hatin destnîşankirin. Hat gotin ku Tuzun di 26’ê tebaxê de ji hêla gardiyanan ve bi darê zorê ji odeya hatiye derxistin û birine odeyeke din. Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Bi her du destên Tuzun hate girtin du robokop xistin ber milên wî, stûyê wî hate çemandin, gardiyanan ji pişt ve pêhn avêtin, li korîdora kesên ji sûcên cuda hatine girtin avêtin odeyeke vala, li vî cihê nû ji neçarî bi tena serê xwe derdikeve hewşê, gardiyanan alav û amûrên wî kom kirin, destê Mansur Zan hate şikandin, bi hinceta ku pêwendiyên rêxistinî yên girtîgehê dest danin ser nameyên girtiyan, xetereya mirinê li ser girtiyan heye, carnan her du rojan carekê bi ser odeyan de tê girtin û alavên wan tên belavkirin, îşkenceya fîzîkî û psôkolojîk tê kirin, av mîna heriyê diherike, firaq, çay û hwd. tevek bi ava hazir tên kirin.” 
 
CILÊN KILIÇ NAYÊN DAYIN
 
Hat ragihandin ku li gel ku Yûsûf Kiliç hikûmxwarê cezayê muebbeta giran nîne jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin, mafên wî tên binpêkirin, Kiliç ji ber van binpêkirinan bifikar e, cil û bergên malbata wî jê re şandine jî ev 2 meh in nayên dayin. 
 
BANGA LI KOMÎSYONÊ KIRIN
 
Di serlêdanê de ji bo binpêkirinên behsa xeberê di cih de bên lêkolînkirin û ji bo bidawîkirina binpêkirinên heyî, bang li komîsyonê hate kirin û jê hat xwestin ku biçe girtîgehê. 

Sernavên din

26/09/2024
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!