NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor ENAG'ê, enflasyon di meha Tebaxê de 3,23 zêde bûye û enflasyona salane bûye ji sedî 65,49.
Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG), daneyên enflasyonê yên meha Tebaxê ragihandin. ENAG'ê daxuyand ku E-TUFE di meha Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye. Li gor daneyên ENAG'ê, zêdebûna 12 mehên dawî ya di endeksa fiyetê ya xerîdaran de ji sedî 65,49 e.