‘Dixwazin Tirkiye xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li Iraqê qadekî bidin SMO’yê’

  • rojane
  • 10:03 20 Îlon 2024
  • |
img
STENBOL - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha got: “Dibe ku Tirkiye bi bedela vekişîna ji Sûriyeyê, ji bo SMO’yê li Iraqê qadê ava bike.” 
 
Şerê li Rojhilata Navîn her ku diçe kûrtir dibe. Di Şerê 3’yemîn ê Cîhanê de Rojhilata Navîn weke navenda şer tê bikaranîn. Li hêla din êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Her wiha di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’yan heta niha de bi dehhezaran filistînî hatin qetilkirin. 
 
Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît Rencuzogûllari têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn û êrişên dewleta tirk nirxand. 
 
ŞERÊ ÎSRAÎL Û FILISTÎNÊ
 
Yîgît, diyar kir ku êdî her kes qaneh bûye ku êrişa Hamasê dê hevsengiyên Rojhilata Navîn serûbin bike. Yîgît, wiha got: “Îsraîlê bi rêya medyayê bi gotinên ‘gefa terorê’ û ‘pirsgirêka man û nemanê’ piştgiriya hemû cîhanê girt. Bi vî awayî li dijî filistîniyan şerekî topyekûn ê tunekirinê da destpêkirin. Îsraîlê, piştgiriya ‘neçalak’ a rejîmên ereban jî girt û mîna li Ûkraynayê digot qey dê di demekî kin de berxwedanê tesfiye bike û Xezeyê bi dest bixe. Lê tevî ewqas alîkariyê jî di nava 11 mehan de nekarî tu hedefên stratejîk bi dest bixe. Tundiya şer êdî gihişt asta qirkirinê lê dîsa jî destkeftiyek bi dest nexist. Lewma têkçûyê şer Netanyahu ji bo DYA û welatên rojavayî bi awayekî fiîlî di nava şer de bigire, hewl da Îranê bixe nava şer. Tevî hewldanên Îsraîlê jî Îranê bersiva dixwest neda. Ji ber ku heke Îran bersiveke tund bide, dê şer li herêmê belav bibe heta dê veguhere şerekî cîhanê. Lewma jî serî li taktîkên ‘mafê bersivê’ û ‘sebrê stratejîk’ da.” 
 
‘AMADEKARIYÊN JI BO ŞERÊ PIRHEVKÊŞEYÎ’ 
 
Yîgît, destnîşan kir ku di 7’ê cotmehê de li Rojhilata Navîn qert dîsa hatine belavkirin û ev nirxandin kir: “Gelek dînamîkên li herêmê kişandin nava şer. Ji bilî komên berxwedanê yên Yemen, Husî, Îran, Sûriye, Iraq û Lubnanê, welatên rojavayî û hemû hêzên herêmî li dijî Filistînê şer dikin. Di Îsraîlê de gelek birîn vebûn. Êdî li Behra Sor nikarin hêzên Yemenê derbas bikin. Bi ser re jî Yemeniyan ji 2 hezar km’an dûr bi fuzeya panasonic du caran li Til Avîvê xistin. Qubeya hesin nekarî asteng bike. Ji niha ve jî Netanyahu gefa şer gihand asta şerekî bejahî ya li dijî Hîzbûllahê. Anku pêşketina ber bi başûrê Xezeyê ve da sekinandin û bala xwe da ser şerê li eniya bakur. Heke şerê li vê eniyê dest pê bike, dibe ku li herêmê belav nebe lê divê mirov ji şerekê pirhevkêşeyî re amade be.” 
 
‘ŞERÊ ÎSRAÎLÊ DÊ QEDERA ROJAVA DIYAR BIKE’ 
 
Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît Rencuzogûllari
 
Bi domdarî Yîgît anî ziman ku şerê Îsraîlê dê qedera welatên rojava jî diyar bike û wiha pê de çû: “Tê îdiakirin ku heke şerekî wiha yê bejahî çêbibe, dê komên berxwedanê yên Yemenê jî ji bo şerê li dijî Îsraîlê bên Sûriyeyê. Ev tişt pêkan xuya dike. Helwesta Rûsya û Çînê jî wiha ye; bi awayekî eşkere li dijî Îsraîlê helwesteke dîplomatîk nîşan nadin lê ji bo DYA û welatên rojavayî nekarin li herêmê pozîsyoneke xurt bi dest bixin, li cem Îran û eniya berxwedanê cih digirin. Li hêla din DYA jixwe aliyekî vî şerî ye. Şerê li ser Îsraîlê tê domandin, di heman demê de dê qedera pozîsyona DYA û welatên rojavayî diyar bike. Lewma jî li dijî hewldanên Îsraîlê ku dixwaze şerî li herêmê belav bike, helwestekî ‘bisînorkirinê’ raber dikin. Îsraîl dikare çiqas were bisînorkirin, dê ‘sebrê stratejîk’ ê Îranê çiqas nerm be, ev tevek dê di demekî kin de diyar bibin.” 
 
HEVDÎTINA ERDOGAN Û SÎSÎ
 
Di berdewamê de Yîgît bal kişand ser hewldanên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn û wiha qala sedemên hevdîtina Erdogan a bi Sîsî re ku jê re digot; “Kujer, dîktator” kir: “AKP’ê ji sala 2011’an ve di polîtîkaya derve de polîtîkaya fetihkirinê, rûxîner û şerker dimeşand. Lê ev bû du sal dev jê berdaye. Ev şêwaz, ji sala 2022’yan ve nerim bûye û veguheriye gotineke taktîkî. Lewma jinişkave zivirîn û ji hêviya ‘em bi her kesî re bibin dost’ zêdetir, xwe weke mecbûriyetekê da ferzkirin. Lewma di polîtîkaya derve de dev ji zimanê şer berdan, stratejiya xwe guherandin û gotinên ‘aştî û asayîbûnê’ derketin pêş. Ji bo AKP’ê paşve avêtina van gavan neçariyek bû. Rol û mîsyona bi Bihara Ereban re ji bo BOP’ê li AKP’ê bar kiribûn jî îflas kir. Tevî vê îflasê jî AKP’ê dev ji ‘stratejiya kûr’ û xeyalên fetihkirinê berneda. Ji bilî Qeterê, hemû welatên ereb destê xwe ji Îxvanê kişandin û bûn dijminên wan. Berê xwe dan asayîkirina têkiliyan ên bi Sûriyeyê re. Sûriye dîsa vegeriya lîga Ereban. AKP di çirava Sûriyeyê de bi tena serê xwe ma û neçar ma ku dijminatiya xwe ya bi welatên din re bi dawî bike.” 
 
QEBÛLKIRINA MECBÛRÎ Û PÊVAJOYA ASAYÎBÛNÊ 
 
Yîgît, anî ziman ku Misir ne tenê li gorî rêgeza “Di siyaseta derve de tu dijminatî mayinde nînin” tevgeriya û hemû şertên xwe bi Tirkiyeyê da qebûlkirin. Yîgît, wiha domand: “Yek ji şertên sereke jî têkildarî Îxwana Misrê bû ku ji hêla AKP’ê ve tê parastin. Demekî kin piştî civîna ewil a bi cîgirên wezîrên karên derve re, weşanên Îxwana Misrê yên li Stenbolê hatin bisînorkirin. Dê bi tu awayî li dijî Misirê nekarin weşanan bikin, heke bikin dê bên girtin û berpirsyar bên dersînorkirin. Şertê duyemîn jî dê AKP piştgiriya xwe ya bi hikûmeta Trablusê ya Îxwanî ya ne rewa bikişîne. Bi vê yekê re qebûlkirin û asayîbûneke mecbûrî derket holê. Serdana Sîsî ya Enqereyê jî tê wateya zelalbûna van şertan.”
 
HEVKARIYA LEŞKERÎ Û BAZIRGANIYÊ
 
Bi domdarî Yîgît hevdîtina Erdogan û Sîsî bi xwe re peymanên leşkerî û bazirganiyê yên li Efrîqe û Somaliyê jî aniye û wiha got: “Lingekî van hevdîtinan jî Sûriye ye. Sûriye, ji bo asayîbûnê şertê vekişîna ji xaka xwe di dane pêşiya Tirkiyeyê û welatên ereb jî piştgiriyê didin. Dibe ku Tirkiyeyê jî vekişîna xwe girêdayî şertê ku vekişîna milîsên Îranê kiribe. Ji ber ku Îsraîlê her tim milîsên Îranê yên li Sûriyeyê ji xwe re weke gefek dîtiye. Ji ber vê jî her tim qeydên serdestiyê ya navneteweyî binpê kir û her tim li Sûriyeyê xist. Heke Sîsî, bi daxwaza ku artêşa tirk û Îran bi hev re xwe vekişîne hatibe, wê demê dê Moskov û Şam jî ji DYA’yê bixwazin ku xwe vekişîne.”
 
TÊKILIYA AKP’Ê YA BI TEVGERA ÎXWANÊ RE
 
Yîgît, got ku siyaseta AKP’ê ya Îxwanê ku li Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur dimeşîne îflas kiriye û ev tişt anî ziman: “Tirkiye ji ber peymanên bi Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siûdî û Misirê kiriye, êdî nikare siyaseteke navenda wê Îxwan bimeşîne. Lê belê piraniya Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî ji tirkmen û Îxwanê pêk tê. Êdî mecbûr mane ku ji polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê paşvegavê biavêjin lê ev ewqas dê hêsan nebe. Ya yekemîn, nikare xwe li ber bertekên hêzên muxalîf bigire. Lewma nikare bi temamî xwe ji herêmê vekişîne. Konseya muxalîf û AKP’ê SMO ava kir û nikare fesh bike lewma hêj bi xeyalên ku bibe şirîkê rêveberiya Sûriyeyê dijî. Lewma li Sûriyeyê polîtîkaya Îxwanê dimeşîne.” 
 
SERDANA PEZEŞKIYAN A HERÊMA FEDERE YA KURDISTANÊ 
 
Têkildarî serdana Serokkomarê Îranê Mesût Pezeşkiyan a Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê jî Yîgît ev nirxandin kir: “Hevkariya stratejîk a Îranê ya bi Tirkiyeyê re, mîna ya bi Rûsyayê re ye. Vê eleqeya xwe bi qada Sûriyeyê re heye. Ya yekemîn, Tirkiye endama NATO’yê ye û pêşxistina têkiliyên stratejîk ên bi wê re, tê wê wateyê ku li Sûriye û herêmê li dijî DYA’yê girtina gel xwe ya şirîkeke wê ye. Sedema hebûna Îranê ya li Sûriyeyê ne dijberiya berjewendiyên DYA’yê ye, ji bo ewlehiya xwe li wir e. Ji ber ku dizanin, piştî Sûriyeyê dê ew bibin hedef. Şirîkatiya bi Tirkiyeyê re di heman de firsenda ‘bisînorkirina’ Tirkiyeyê jî bi xwe re anî. AKP tenê kurdan weke ‘gefa terorê’ dibîne lê Şam, Rûsya û Îran komên SMO’yê, HTŞ, DAIŞ û komên terorîst ên asyayî yên AKP temînatê dide wan weke ‘komên terorîst’ dibîne. ‘Tawîz’ dane heve. Li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bêdeng man û Tirkiye jî li dijî êrişên wan ên li dijî komên cîhadîst dengê xwe nekir.” 
 
‘TIRKIYE KENGÎ TENGAV BIBE ÊRIŞÎ KURDAN DIKE’ 
 
Yîgît, daxuyand ku êdî mimkin nîne Tirkiye bikare li Rojhilata Navîn polîtîkayên şer bidomîne û wiha derbirî: “Lewma jî di siyaseta hundir de li pey hemleyên propagandîf ketiye. Wisa xuya dike ku ev şêwazê siyasetê dê heta demekî dirêj bidome. Îktîdar kengî li hundir bitengije, dest bi gotinên şerê li dijî şervanên kurd dike û piştre jî weke ‘rojeveke rizgarker’ dest bi operasyonê dike. Her ku têkçûna siyasî û aborî kûr dibe, serî li operasyonên derveyî sînor dide. Êdî her kes bi vê dizane. Lê belê ev operasyonên bisînor, tenê girêdayî destûrdayîna Rûsya û Îranê nînin. Hem li Sûriyeyê hem jî li Iraqê girêdayî destûra DYA’yê ye. Li gorî min, ji vir û şûnde şerê AKP’ê dê êdî veguhere rûtîneke operasyonên derveyî sînor ên ‘li dijî terorê.’” 
 
‘DIXWAZIN QADÊ JI SMO’YÊ RE VEKIN’
 
Yîgît, ji bo êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê jî ev tişt anî ziman: “Ji Tirkiyeyê re dibêjin ku heke xwe ji qada Sûriyeyê vekişîne, dê li xaka Iraqê jê re qad were veqetandin. Tirkiyeyê SMO ji ewil li Sûriyeyê li dijî artêşa Sûriyeyê da şerkirin. Ji mutebeqeta Moskovê heta niha jî tenê li dijî kurdan dide şerkirin. Ji zû ve ye SMO’yê dest ji doza şoreşê berdaye. Tenê artêşa AKP’ê maye. Dibe plana wan ew be ku beramberî vekişîna ji Sûriyeyê, ji SMO’yê re qad were vekirin.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

26/09/2024
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!