Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e

ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Mitînga 8’ê Adarê ya Silopiyayê de bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û got: “Polîtîkayên têkbirinê û tunekirinê bi banga birêz Ocalan re vala derketin. Azadiya jinan jî nifteya civaka demokratîk e.”

 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengtiya TJA’yê û bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin û ber bi azadiyê ve dimeşin” mitîng hat lidarxistin. Mitîng, li Qada Newrozê hat lidarxistin. Jinên Botanî yên bi cilên reng bi reng tev li mitîngê bûn, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Polîsan, li noqteyên kontrolê bi hinceta “qedexeyê” dest danîn ser flamayên bi rengên kesk, sor û zer. Jinên li qada mitîngê dovîzên “Jiyan bi zana xweşik e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ber bi 8’ê Adarê ve” hilgirtin.  
 
Mitîng, bi govend û dirûşman dest pê kir. 
 
Di mitînge de ewilî Hevseroka DEM Partiya Şirnexê Taybet Bîlgîn axivî. Taybet Bîlgîn anî ziman ku ew 8’ê Adarê li hemû jinên li qadan li ber xwe didin pîroz dike û got: “Hêvî dikim ew roj bibe bingeha jiyaneke azad.”
 
‘BILA ÇAVÊN WE LI DEKLARASYONA OCALAN BE’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî bi lêv kir ku 8’ê Adarê herî zêde li yên ji bo aştiyê li ber xwe didin pîroz be. Newroz Uysal Aslan, got: “Bila çavê wê li deklarasyona birêz Abdullah Ocalan be. Em ji xwe bawer bin. Hêviyên me zêde ne.”
 
SILAV JI OCALAN Û JINÊN GIRTÎ RE ŞAND 
 
Aktivîsta TJA’yê Fatma Ablay jî diyar kir ku jin li qadan dîrokê dinivisînin û wiha got: “Di 8’ê Adarê de jî li qadan in. Îsal 8'ê Adarê bêhtir watedar e. Bi pêşengiya jinan daxwaza azadî û banga civaka demokratî heye. Em li vir silaveke germ li Îmraliyê re dişînin. Hezar silav ji birêz Abdullah Ocalan re ku wî felsefeya azadiya jinan ava kiriye. Em 8’ê Adarê li hemû jinên ku dixebitin û nekarînê werin li vir jî pîroz dikin. Têkoşîna jinan wê her dem bidome. Dem dema azadiya jinan e. Di 27'ê Sibatê de bangawaziyeke dîrokî hat dayîn. Çavê hemû dinyayê jî li bangawaziya birêz Abdullah Ocalan bû. Divê ji bo têkoşîna çareserkirina pirsgirêka Kurd di pêşengiya jinan de pêk were. Em jin li dijî şer û şerê taybet divê bi rola xwe rabin. Îro li bajarên Kurdistanê bi şerê taybet ve dixwazin jinan bixînin. Bi destê çawişên pîspor û polîsan dixwazin jinên Kurd têrî tiryakê bikin û bi kuştinê re rû bi rû bihêlin. Divê li dijî vê şerî taybet têkoşîna xwe mezintir bibe. Birêz Abdullah Ocalan berpirsyariyeke pir mezin daye ser milê jinan. Dibêje ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe.’ Ji ber wê divê jin di vê pêvajoyê de rolê bigirin ser xwe. Heke aştî û azadî were wê bi destê jinan were. Em bi Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û hêza xwe bawerin. Dîroka me di têkoşîna jinên azad de derbas dibe. Hezar silav jî ji jinên di heps û zindanan de ne.”
 
‘LI KURDISTANÊ JIN BÎRA TÊKOŞÎNA CIVAKÊ YE’
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di mitîngê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, bi zaravayê Kirmanckî dest bi axaftina xwe kir û got: “Îro dengê me yê li vir dengê dayika Taybet, Fatma Yuksel û Sêvêyan e. Em bi qirkirina jinan re rû bi rû ne. Her roj li Kurdistan û Tirkiyeyê jin tên qetilkirin. Jin ji aliyê pergala mêrperest û hişê netew dewletê ve tên qetilkirin. Em li dijî vê yekê bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li qadan in. Li Kurdistanê yek ji polîtîkaya desthilatê ew ku tunehesibandina vîna jinan e. Li Kurdistanê jin bîra têkoşîna civakê ye. Li Şirnexê zarokek 15 salî ji aliyê parêzvanê Walî vê rastî destdirêjayiyê hat. Lê ew kes nehat girtin. Li Kurdistanê desthilat ji bo jinan ji têkoşînê dûr bixe wan bêbîr dihêle. Lê Botan jinên têkoşer ji bîr nekir û ji bîr nake. Hemû jinên ciwan ên li vir yek jî pêşeroja vê têkoşînê ne. Nikarin pêşiya van jinan bigrin.
 
DIVÊ HER KES XWEDÎ LI BANGA OCLAAN DERKEVE 
 
Di 27 Sibatê de banga birêz Abdullah Ocalan li hemû dinyayê deng veda. Birêz Abdullah Ocalan li dijî înkarina gelan a pergala netewa demokratîk bang li civaka demokratîk kir. Em li Botanê bang li jinên Botanê dikin; vaye hûn hene em dixwazin hûn piştgiriya banga aştî û civaka demokratîk bikin. Azadiya jinan bi civaka demokratîk pêkan e. Ji ber wê jî ev bang ji bo azadiya jinan e jî. Ev bang di rojekê de nehatiye kirin. Ew bang encama têkoşîna 50 salî ya gelê Kurd e. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li vê bangê derbikevin. Di vê bangê de ji bo hemû gelan başî û aştî heye. Çareseriya krîzên heyî ye. Muxatabe vê bangê ne tenê gelê Kurd e. Muxatabê vê hemû kes e. Divê em jî li her derê vê bangê ji gel re taybet ji jinan re vêbibêjin. Birêz Abdullah Ocalan banga pêşengiya siyasetê ji jinan re dike. Me bi siyaseta demokratîk pir tişt bi dest xist. Lê hemû destkêftiyên me ji aliyê dewleta mêrperest ve dibin hedef. Em li dijî qirkirina jinan ber bi azadiyê ve diçin. Şerê ku li ser Kurdistanê tê ferzkirin bi banga birêz Abdullah Ocalan hat pûçkirin. Jinên ku li Rojava destan nivisîsandin, dîrokeke nû dinivisînin. Bijî 8'ê Adarê, bijî jin jiyan azadî.”
 
Piştî axaftinan hunermend Xecê derket ser dikê û stran gotin. Mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
 
 
 

Sernavên din

08/03/2025
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!
15:42 MED TUHAD-FED'ê bang li her kesî kir ku li dora banga Ocalan bibin yek
15:26 Dayika Aştiyê li Meclisê axivî: Em ê destê xwe deynin bin kevir
14:55 Nîmet Tanrikulu ya ÎHD’î hate tehliyekirin