STENBOL - Malbata Sirri Sureyya Onder û DEM Partî dê sibe ji bo Onder li Navenda Pêşandeyan a Cemal Reşît Rey şînê danin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û malbata Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder dê sibe li Navenda Pêşandeyan a Cemal Reşît Rey şînê danin. Keça Onder, Ceren Onder Kandemîr jî di nav de malbata Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û DEM Partiyî dê ziyaretvanan pêşwazî bikin.
Şîn dê sê rojan bidome û di 7’ê Gulanê roja çarşemê de jî bi dawî bibe. Şîn dê sibe ji saet 11.00’ê ve dest pê bike. Qebûlkirina sersaxiyan dê heta saet 17.00’ê bidome.
Li hêla din; di serî de Stenbol dê li hemû rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan şîn bê danîn.