NAVENDA NÛÇEYAN - Amerîkayê têkildarî biryara PKK’ê got: “Biryara xwe fesîxkirinê ya PKK’ê tê wateya werçerxaneke nû.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 27’ê Sibata îsal bi rêya şandeya DEM Partî ya Îmralî bi rêya peyama dîrokî ya "Aştî û Civaka Demokratîk" bang li PKK’ê kiribû ku çekan berde. Piştî bangê PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe lidar xist û îro birayra fesîxkirina xwe da û ragihand çek danîn.
Ev biryara PKK’ê kete rojeva hemû cîhanê. Ji Amerîkayê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek hat dayîn. Sefaretxaneya Amerîka ya li Enqerê li ser hesabê xwe yê fermi daxuyaniyek da û got: “Biryara xwe fesîxkirina PKK’ê tê wateya werçerxaneneke nû.”