NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîl a ku êrişên xwe yên li ser Xeze û li Şerîa ya Rojava didomîne, ragihand ku berpirsiyarê giştî yê ewlehiyê yê Hamasê hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê, daxuyand ku di êrişa li ser rojavayê Xezeyê de Berpirsiyarê Giştî yê Ewlehiyê yê Hamasê Mahmud el-Eswed hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku el-Eswed di salên dawî de di nava Hamasê de ‘fîgurekekî diyarker’ bû. Artêşê destnîşan kir ku li hawirdora Xezeyê û li Cîbaliyeyê operasyon didomin.
Li Şerîa ya Rojava jî leşkerên Îsraîlê sibeha çarşemê avêtin ser bajarê Nablûsê.
Li gorî ajansa Filistînê WAFA'yê, hêzên Îsraîlê bi dehan wesayîtên zirxî kete nava taxa kevn a bajêr û li herêma El Kasabayê jî hin malbat neçar hişt ku malên xwe biterikînin.
Polîsên Îsraîlê her wiha diyar kirin ku li Şerîa ya Rojava nêzî 1.5 milyon şekelî (nêzî 385 hezar Euro) ku pêwendiya xwe bi 'fînansmana terorîzmê' heye, hatine bidestxistin.
Hate ragihandin ku beşek ji pere dolarê Amerîkî, beşek jî dînarê Urdunê bû. Roja Sêşemê li Ramallahê di serdegirtina li buroyeke dowîzê de bi dehan Filistînî birîndar bûbûn.