NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê ragihand ku amade ye beşdarî “Hêzên Parêzvanên Niştimanî” bibin.
Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê duh ragihandibû ku li ser bersivdana banga serokê Ruhanî yê Civaka Muslimanên Miwehidîn (Durzî) Şêx Hikmet El Hicrî, ew amade ne tev li “Hêzên Parêzvanên Niştîmanî” bibin.
Meclisê, di daxuyaniya xwe de got: “Ligel zehmetiyên ku herêma me tê re derbas dibe û baweriya me ya bi yekrêziya çarenûsê û armancê, em ragihandina dîrokî ya ji daîreya serokatiya rûhanî derketiye pêşwaz dikin û bi gaveke aqilmendî bi nav dikin. Ji ber ku vîna gelê me ya berxwedan û parastina xak û rûmeta xwe nîşan dide. Siwêda di dîroka xwe de keleh û dergûşa berxwedanê bû. Em ê cenga parastina xakê, pîroziyan û parastina sivîlan bidomînin. Fedakariyên ku şehîdan pêşkêş kirine dê bibe ajoyeke ji bo berdewama berxwedanê heta pêkanîna armancên wê."
Meclisê di dawiyê de got: “Em amade ne hemû derfetên xwe bixin xizmeta vê destpêşxeriyê. Şerê ku xelkê parêzgehê raber dikin şerê hebûn û çarenûsê ye. Em soz didin ku em ê ji bo yekitiya civakê û parastina maf û xaka wê leşkerên dilsoz bimînin."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku kom û hêzên xwecihî yên Siwêdayê di 23’yê Tebaxê de ragihadibûn ku artêşeke niştîmanî ya yekgirtî bi navê “Hêzên Parêzvanên Niştîmanî” ava dikin. Bi hezaran şervanên ji xelkê Siwêdayê tev lê bûn û bi dehan komên xwecihî belgeya sazûmaniya nû îmze kir.