AMED - Encamên 7’emîn Pêşbirka Lîstikên Şanoya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî dê di meha Mijdarê de bên aşkerakirin.
Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo pêşxistina nivîskariya lîstikên şanoya Kurdî, 7’emîn Pêşbirka Lîstikên Şanoya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî li dar dixe. Serlêdanên ji bo lîstikê bi dawî bûn. Şanoya Bajar, têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Em spasiya hemû nivîskarên xwe yên beşdarî pêşbirkê bûne dikin. Dê di meha mijdarê de hemû encam bên aşkerakirin. Em serkeftinê ji bo hemû nivîskarên xwe yên serlêdan kirine dixwazin.”