STENBOL - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di navbera 15-17'ê Îlonê de dosyeya koma Gurban ku "Mafê Hêviyê" ya Abdullah Ocalan jî di nav de ye, daxilî rojeva xwe bike." Her çend Tirkiyeyê hîn di vê mijarê de tu gav neavêtibe jî, tê payîn ku komîte biryareke demkî bide.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) dê mijara "Mafê Hêviyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 15-17'ê Îlonê de daxilî rojeva xwe bike. Komîteyê di civîna xwe ya 12'ê Hezîranê de, ev mijar bi navê "Koma Gurban" li rojeva xwe ya Îlonê zêde kir. Di vê çarçoveyê de, Komîte dê binirxîne ka Tirkiyeyê erkên xwe yên ji bo misogerkirina "mafê hêviyê" ya Abdullah Ocalan, Emin Gurban, Civan Boltan û Hayati Kaytan bi cih aniye yan na.
Beriya ku dosyeya bi navê "Koma Gurbane" di Civîna Mafên Mirovan a di navbera 15-17ê Îlonê de were nirxandin, Komîteyê di 5'ê Îlonê de bi beşdariya rêxistinên civaka sivîl civînek agahdarkirinê li dar xist.
DÊ TIRKIYE GAV BIAVÊJE YAN NA?
Tevî daxuyaniyên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî yên der barê "mafê hêviyê", agahdariyên rêxistinên maf û hiqûqî û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de, Tirkiyeyê hîn jî tu gav neavêtiye. Tirkiye ku di Planên Çalakiyê yên ku heta niha pêşkêşî komîteyê kirine de Abdullah Ocalan, Emin Gurban, Civan Boltan û Hayati Kaytan ji "mafê hêviyê" "muaf" kiriye. Her wiha helwesta Konseya Ewropayê ya li ser vê mijarê jî cihê meraqê ye û dê di vê civînê de bi biryara ku bistîne helwesta xwe diyar bike.
GER TIRKIYE GAVÊ NEAVÊJE DÊ PÊVAJOYEKE ÇAWA LI BENDA WÊ BE?
Li gorî pisporên hiqûqê, Komîteya Wezîran dikare ji Tirkiyeyê planeke çalakiyê der barê bicîhanîna biryarê de bixwaze û dozan bi rêya anîna wan di civînên xwe yên sê mehan de bi awayekî pirtir di rojevê de ji nêz ve bişopîne. Ew dikare biryarên demkî bide da ku bicîhanînê misoger bike; ev ji biryarên giştî bibandortir in. Ji vê civînê tê hêvîkirin ku biryareke demkî were dayîn. Ger di bin xala 46(3) ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de pirsgirêkek şîrovekirinê derkeve holê, ew dikare bi piraniya ji sêyan du mijarê bişîne DMME'yê. Di rewşên awarte de, ger li gorî xala 46(4) bigihîje wê encamê ku dewlet red kiriye ku bi biryara dawî re tevbigerin, ew dikare mijarê bişîne DMME'yê û dest bi prosedurên binpêkirinê bike.
MAFÊ HÊVIYÊ ÇAWA KET ROJEVA TIRKIYEYÊ?
Di biryara xwe ya sala 2014'an de, bi sernavê "Ocalan 2", DMME'yê biryar da ku cezayê muebbedê yê girankirî yê heta hetayê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn, xala 3'yemîn a DMME'yê ku îşkence û muameleya xerab qedexe dike, binpê dike. Her wiha diyar kir ku qedexekirina berdana bi şert "mafê hêviyê" binpê dike. Bi vî awayî, mijara "mafê hêviyê" ket rojeva Tirkiyeyê.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku berpirsiyarê şopandina bicîhanîna biryarên DMME'yê ye, yekem car di sala 2015'an de mijara binpêkirinê nîqaş kir. Tirkiyeyê di 24'ê Tîrmeha 2015'an de "Plana Çalakiyê" pêşkêşî komîteyê kir. Di plana çalakiyê de hat îdîakirin ku biryara DMME'yê, digel wergera wê, ji hemû dadgehan re hatiye şandin û bi vî awayî hatiye bicîhanîn. Lêbelê, biryara DMME'yê bi fiîlîê nehatiye bicîhanîn.
‘BILA PROSEDURA BINPÊKIRINÊ BÊ DESTPÊKIRIN'
Piştî sala 2015'an, gelek serlêdan der barê biryara "binpêkirinê" de hatin kirin. Parêzerên Abdullah Ocalan cara yekem di 6'ê Hezîrana 2016'an de der barê "mafê hêviyê" de serî li Komîteya Wezîran dan. Parêzerên Abdullah Ocalan piştre der barê pêkanîna "mafê hêviyê" de agahdariyên periyodîk ji komîteyê re şandin. Parêzeran agahdariya xwe ya herî dawî di Tîrmeha 2025'an de pêşkêş kirin. Di agahdariyê de hat gotin ku tevî ku 11 sal derbas bûne jî, hikûmeta Tirkiyeyê li gorî biryara DMME'yê tu gav neavêtiye û divê ew biryarê amade bike û ragihîne û prosedûra binpêkirinê bide destpêkirin.
RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL CARA 3'YEM SERÎ LÊ DAN
Parêzerên Abdullah Ocalan û her weha rêxistinên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê, daxwaznameyek pêşkêşî komîteyê kirin û daxwaz kirin ku DMME biryarên xwe yên li ser binpêkirinên "mafê hêviyê" bicîh bîne û Tirkiye di vî warî de guhertinên qanûnî bicîh bîne. Serlêdana ku ji hêla Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ve hat pêşkêşkirin, daxwaz kir ku komîte biryara binpêkirinê "lezgîn" binirxîne.
Rêxistinên civaka sivîl serlêdana xwe ya duyemîn di 31'ê Tîrmeha 2024'an de pêşkêş kirin û serlêdana wan a dawî ji komîteyê re di Tîrmeha 2025'an de hat kirin. Di daxuyaniya xwe ya ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan, Emin Gurban, Hayati Kaytan û Civan Boltan de, rêxistinên civaka sivîl daxwaz kirin ku gavên pêwîst ji bo bicihanîna biryarên DMME'yê werin avêtin.
Di daxuyaniya xwe de, rêxistinên civaka sivîl her wiha daxwaz kirin ku Tirkiye agahî bide ka çend kes li Tirkiyeyê bi cezayê muebbedê yê girankirî hatine cezakirin.
Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî yên wekî Projeya Piştgiriya Dadgehên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TLSP), Komeleya Parêzerên Ewropî ji bo Demokrasiyê û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH), Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî e.V. (MAF-DAD) û Koma Hiqûqî ya Londonê (LLG) jî pêşniyaz pêşkêşî komîteyê kirin. Ev cara yekem e ku rêxistinên maf û hiqûqê yên navneteweyî pêşniyazek di vê astê de pêşkêş dikin û ji Tirkiyeyê hatiye xwestin ku gavên pêwîst biavêje da ku "mafê hêviyê" misoger bike.
Komîteyê, piştî sala 2015'an, biryara ku binpêkirinên "mafê hêviyê" di navbera 30'yê Mijdarê û 2'yê Kanûna 2021'ê daxilîv rojeva xwe kir. Di vê civînê de, heta Îlona 2022'yan dem ji Tirkiyeyê re hat dayîn ku tevdîran bigire. Her çend Tirkiyeyê tu tevdîr negirtin jî, Komîteyê sê sal şûnde, di 17-19'ê Îlona 2024'an de, dosyeya doza "Koma Gurban" ji nû ve nirxand. Di vê civînê de, Komîteyê talîmat da Sekreteryayê ku eger Tirkiye tevdîrên erênî negire, pêşnûmeyeke biryara demkî amade bike û heta Îlona 2025'an muhlet da Tirkiyeyê ku tevdîran bigire.
MA / Dîren Yûrtsever