* Onder Poyraz ku di dema qedexeyên derketina kolanan ên li Cizîrê de bi birîndarî hate girtin, nehat tedawîkirin û mehkûmî erebeya astengdaran kirin. Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz, got: “Êdî laşê wî çûye. Tekane daxwaza me tedawîkirina wî ye.”
* Tirkiye, di demên dawî de hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke aliyê “li çareseriyê nayê” nîşan dide, gefan lê dixwe û dixwaze daxilî qadê bibe. Derket holê ku Tirkiyeyê ji bo kûrkirina şerê navxweyî, hewl daye Durziyan bi hev bide şerkirin.
* Gulseren Kaya ku yek ji 223 karkerên qeyûm ji kar derxistî ye, got: “Qeyûm xizmetê ne ji gel re, ji alîgirên xwe re dike. Ev gel jî vê qebûl nake.”
* Rojnameger Pinar Gayip û Hayrî Tunç ji bo 32’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bang kirin û ji bo pêşbirkê gotin: “Nîşaneya herî şênber a mezinbûna înada gihandina rastiya ya gel e.”
* Jinan, ji bo danişîna doza Cîhan Oral ku ku Ayşe Înceyol revandibû, tundî û tecawiz lê kiribû û herî dawî qetil kiribû, banga tevlibûnê kirin.
* Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo tevlibûna meşa li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnex û navçeyên wê banga tevlibûnê kirin û gotin ku dê rê nedin qirkirina ekolojiyê.
* Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê dê têkildarî serdema nû ya perwerdeyê li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ
* Li Amed, Şirnex û Îzmîrê dê bi daxwaza ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê daxuyanî bên dayin. (13.30-19.30)