AMED - Bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a DBP û DEM Partiyê endamên HPG û YJA Starê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan li navçeya Rezanê hatin bibîranîn.
Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Heremên Demokratik (DBP), bi dirûşmeya “Em nirxên xwe bi bîr tînin” endamên HPG û YJA Starê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li eywana avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatin bibîranîn.Endam û rêveberên DBP, DEM Partiyê, aktivistên TJAyê, Dayikên aştiyê, MEBYA- DER, Meclisa Xwandevanên Azad û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kemal Pir, endamên YJA- Starê û HPGê Nazli Taspinar (Emîne Erciyes), Leyla Acar (Zin Zagros), Sehriban Akin (Ekîn Amara Toldar), Sîdar Çiçek (Zana Farqîn), Arjen Yavuz (Çiya Rizgar), Semra Duva (Bêrîtan Amed), Alî Yaman (Derwes Çiya) li eywana Rêxistina Dem Partiyê ya Rêzanê hatin daliqandin.
Beriya bernameya biranînê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” Û “Bijì Serok Apo” sînevîzyona ji bo 9 endamên HPG û YJA Starê hat amadekirin hat nişandan.
Di bernameyê de ewilî li ser navê MEBYA-DER'ê Meryem Soylû axivî. Meryekm Soylûyê got: “Şehîdan canê xwe feda kir lê belê hin daxwazên wan jî ji me heye. Çi dibe bila bibe divê dayik êşên xwe bi hev re parve bikin. Kes nizane dayik çi winda kirine . Em di dema aştiyê dene lê dema aştiyê dema ser zêdetir dijware. Em minetdarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û van şehîdan in.”
Li ser navê Tevgeran Jinên Azad (TJA) Arzû Karaman jî bal kişand li ser Emîne Erciyes a ku di 20'ê nîsana 2020'î de li herêma Garê jiyana xwe dest da û wiha got: “Ez hevala Emîne ji nêz ve jî nasdikim. Her tim bi rûken bû û têkoşîna xwe jì her tim bi rûkenî dikir bi raştî îro yê ku me di cihanê de dan nasîn ew in, şehîdên mene. Pêwîst e ku em xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Li ser sopa şehîdên xwe herin.”
Arzû Karaman di dawiya axaftina xwe de helbesta Mahîr Atakan a “Dengê dilê min” xwend.
Bername bi axaftina dayika aştiyê Afîfe Kartalê bi dawî bû.