NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Nepalê KP Sharma Oli piştî protestoyên li dijî hikûmetê îstîfa kir.
Serokwezîrê Nepalê KP Sharma Oli piştî xwepêşandanên li dijî qedexekirina medyaya dijîtal û nelirêtiyê ku di encama destwerdana polîsan de 19 kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn, ji wezîfeya xwe îstifa kir. Oli, ji Serokkomarê Nepalê re nameyek nivîsî û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkan û çareseriya siyasî, ji bo tevdîr bi vê armancê bê wergirtin ez îro ji wezîfeya xwe ya serokwezîrtiyê îstifa dikim."
Biryara îstifayê piştî çalakiyên şermezarkirinê hate dayin. Piştî ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan Wezîrê Karên Hundir Ramesh Lekhak jî îstifa kiribû.
Rayedarên Nepalî diyar kirin ku di xwepêşandanên li dijî qedexekirina 26 platformên medya dijîtal û nelirêtiyê de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dane. Medyaya herêmî jî diyar kir ku herî kêm 200 kes birîndar bûne.
Amnesty International têkildarî destwerdana polîsan bang kir ku lêpirsîneke “tam, serbixwe û bêalî” bê destpêkirin.