RIHA – Alî Ocalan ê ku çûbû Îmraliyê, hûrgiliyên hevdîtinê parve kir û got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 2 pênûs diyariyê civakên Suryan û Êzidiyan kir.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Girtîlgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di 31’ê Cotmehê de bi malbata xwe re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de xuşka wî Fatma Ocalan û xwarziyê wî Alî Ocalan û zarokên wî Berfîn Ocalan û biraziyê wî Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan çûn hevdîtinê. Abdullah Ocalan ê ku piştî 11 salan bi xweşka xwe Fatma Ocalan re hevdîtin kir, cara ewil keça xwarziyê xwe Berfîn Ocalan re jî hevdîtin kir.
Alî Ocalan, Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala hevdîtinan kir. Alî Ocalan diyar kir ku li ser daxwaza Abdullah Ocalan dîtina xweşka xwe Fatma Ocalan pêk hatiue. Alî Ocalan, ev tişt got: “Serok, gotibû ‘bila Fatma were hevdîtinê’. Di hevdîtina 7’ê Hezîranê de, dayika min heta Gemlîkê hatibû; nikaribû heta giravê biçe. Di hevdîtina duyemîn de Serok daxwaz hatine wê kiribû. Dayika min jî gotibû ‘ez nikarim bi tena serê xwe biçim’. Ez û keça min Berfîn bi wê re çûn. Vê carê em li ser Mudanya çûn, cara berê em li ser Gemlîkê çûbûn. Em ji Mudanyê bi ferîbotê ve çûn. Ez, dayika min, kaça min Berfîn û Omer bûn. Em di 50 deqeyan de ji Mudanyayê çûn Girava Îmraliyê. Rexmê ku ez berê carekî çûbûm, vê carê jî pir bi kelecan bûm. Ez xwe bisiûd dibinim, ev cara duyemîn e ez bi Serok re hevdîtinê dilkim. Dema mirov bi Serok re hevdîtinê dike, mirov enerjiyeke pozîtîf digire, me ew enerjiya pozîtîf girt.”
Alî Ocalan, rave kir ku dema gihîştine giravê cihê hevdîtinê amade bûye û wiha pê de çû: “Em 4 eks bûn, 4 kursî hatibûn amadekirin 1 jî ji bo Serok hatibû amadekirin. Erkdarên wir ji me re gotin ‘Rûnin, heta 10-15 deqeyan dê Abdullah bey ê were.’ Me jî got, ‘heta ew were em ê li ser piyan li benda wî bin.’ Piştî 15 deqeyan Serok kete hindur, li me nihêrî piştre çû cem diya min û got ‘Fatma tu bixêr hatiye’, hev hembêz kirin. Diya min û Serok ev 10 sal in hevudin nedîtine. Piştre hat, silav da. Em bi hevre rûniştin. Berê keça me Berfîn nedîtibû. Li Berfînê nihêrî, piştre li min nihêrî got ‘ev kî ye’. Min got ‘keça min e’. Ji min re got, ‘pirsgirêka te ya kîlo hebû, çibû’, min got ‘Serokê min min 3-4 kîlo daye’, got ‘na, têr nake’ ev pirsgirêka kîlo di nava malbatê de pirsgirêkek mezin e’.”
Ocalan, diyar kir ku xalê wî li gorî hevdîtinên berê vê carê rewşa wî baştir dixuya ê ev tişt got: “Rewşa wî ya tenduristiyê pirs baş bû. Moral û enerjiya wî li cî bû.”
BÎRANÎNÊN ZAROKTIYÊ
Alî Ocalan, rave kir ku Abdullah Ocalan ji Fatma Ocalanê xwestiye ku qala bîranînên xwe yên zaroktiyê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serok got, ‘Fatma bibêje, qala zaroktiya me bike. Me çi dikir, çi nedikir. Çi di bîra te de mane.’ Diya min jî got ‘te karê xwe baş dikir, li hemberî me tu baş bû, te em nedişkandin’. Serok jî dikeniya, morale wî pir baş bû.”
Alî Ocalan, anî ziman ku piştî diya wî qala çend bîranên xwe vegotiye, Abdullah Ocalan dest bi vegotina bîranên xwe kiriye û got: “Piştre wî qal kir; ‘şerê min ê ewil, çalakiya min a ewil li dijî bavê min û birayê min Mehmet bû. Ez li binê darê de dixebitîm, Mehmet min aciz kir. Min carekî ew hişyar kir, nebû, piştre min kevir têwerî wî kir û bera wî da. Heta nava gund min da ser pişta wî. Piştî ez hatim malê em hatin hinda malê, bavê min aliyê Mehmet girt. Ev yek pir zora min çû, mink evir têwerî bavê xwe jî kir, min wan nava gund de rezil kir’. Li gorî texmîna min kalê min Omer, ji ber ku Mehmet ji Serok biçûktir bû loma aliyê wî girtiye. Hûn dizanin, dê û bav bêtir qîmetê didin zarokên biçûk.”
HEVALÊN ZAROKTIYÊ
Alî Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan pirsa hevalên xwe yên zaroktiyê kiriye û wiha domand: “Serok, got ‘hevalê min ê ewil ê zaroktiyê Emîn bû, cîranê me bû. Niha çi dike, dijî?’. Me jî got ‘belê dijî; lê pirsgirêka wî ya dêrûniyê heye hinek’. Wî jî pirsî ‘niha hûn silavên min lê bikin, dê fam bike an na?’ me jî got ‘belê, dê fam bike’. Got, ‘silavên min lê bikin’. Hevalên xwe yên din pirsî. Pirsa Azîz kir. Got, ‘dayik û bavên wan nedixwestin ez bi zarokên wan re biaxivim û bi wan re tevbigerin’. Serok, ji Azîz re gotiye ‘em bixwînin, serbikevin û bikevin nava artêşê, tu bibe fermandariyê, ez bibim fermandarê hêzên hewaî, piştre em Kudistanê ava bikin’. Azîz jî ji bavê xwe re dibêje ‘Abdullah ji min re wiha gotiye’. Bavê Azîz jî ji kalê min ê Muslum re gotiye ‘Zarokên Omer hişyar bike, tiştên şaş dike. Tiştên şaş dixe hişê zarokên me.”
‘Ê CARA EWIL KEŞF KIRIYE APÊ MIN MUSLUM E’
Alî Ocalan, rave kir ku Abdullah Ocalan qala bîranîna xwe ya bi Muslum re kiriye û ev tişt got: “Serok, ‘ê ewil ez kişf kirim Apê Muslum bû. Rojekî dema min di bin darê de bi Yûsûf re dilîst, bavê min Omer û apê min Muslum li nava erdê fistiqan rûniştî bûn, suhbet dikirin. Ez jî çûm hinda wan, li dora wan zivîrim û min lîst. Apê Muslum got, ‘ev kurê te di cihê xwe de nasekine’. Serok, di vê hevdîtinê de qala vê bîranînê kir. Got, Apê Muslum mirovekî zane bû û pêşengiya malbatê diki.”
PIRSA AMARA Û GUDNÊ CIBÎNÊ KIR
Alî Ocalan, got wî qala Amara û gundên derdorê jî kiriye û got: “Pirsa gundê me kir. Got, ‘li gund çend şehîdên me hene? 3-4 hene?’. Me jî got, ‘bêtir in, dora 7-8’an in.’ Pirsa gundê cîranê me Cibînê kir. Got, ‘li gundê Cibînê çend şehîdên me hene?’ me got, ‘6-7 şehîd hene’. Got, ‘li wî gundî malbatên şehîdan heen hert im serdana wan bikin û silavên min li wan bikin.”
DIYARÎ Û SILAV
Alî Ocalan, anî ziman ku Abdullah Ocalan dema hatiye hevdîtinê 2 qutî hediye amade kiriye û wiha axivî: “Du qutî diyarî hebûn. Me nizabû çi di nava wan de ye. Ji qutiye yekemîn pênûsek derxist. Da keça me Berfînê. Li gorî texmîna min pênûsa wî bû. Ji Berfînê re got, di pênûsê de hibir nameyae. Pênûsek baş bû. Pênûs dirêjî Berfînê kir, got, ‘ev ya te ye’. Ji qutiyê tizbiyek derxist, li min nihêrî û got ‘di hevdîtina ewil de min tizbiyek diyariyê te kir, vê carê ez ê vê tizbiyê bi xwe re bibim’. Ji qutiyê derxist û xiste bêrîka xwe. Qutiya duyemîn vekir, tê de 3 pênûs hebûn. Pênûs girt û da Omer û got, ‘yek a civaka Suryan, tuyê li ser navê min diyariyê wan bikî û silavên min li wan bikî. Pênûsa duyemîn jî tuyê bidî civaka Êzidiyan û silavên min li wan bikî. Pênûsa sêyemîn jî tuyê bidî şexsiyetekî û silavên min lê bikî.”
‘JI BER HEVDÎTINA BI FATMA RE MORALÊ WÎ BAŞ BÛ’
Alî Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan kîlo daye û wiha domand: “Hevdîtina min a ewil bi Serok 5 meh berê, di 7’ê Hezîranê de bû. Ji wî wextî û vir ve kîlo daye, pir enerjîk bû û dikeniye. Ji ber çûyîna diya min moralî wî baş bû, bi diya min re diaxivî û dikeniye. Diya min jî ji ber dîtina Serok pir bextewar bû. Vê carê dayika min bibiryar bû, got ‘çi dibe bil bibe divê min bibim, ez bi destan jî ji pelikan derkevin dîsa ez ê biçim.’ Diya min jî hinek hestiyar bû, hevudin hembêz kirin.”
‘JI BO XELFETÎ Û RIHAYÊ PEYAM ŞAND’
Ocalan, diyar kir ku wî ji bo ji bo 2 gundên Xelfetiyê û Rihayê peyam şandî ye û ev tişt got: “Xwest em peyamên wî bighîjînin 2 gundên Xelfetiyê. Her du gund jî Tirkmen in. Gundê yekemîn Eynı yê din Elgir e. Berê bajarok bû. Din ava me de gundek bi qasî 5-6 kîlometre hene. Qala van herdû gundan kir. Got, ‘ji bo çi li van herdu gundan hêza me û dengên me kêm in’ divê heval li wir bixebitin, dengê me li wan gundan bilind bikin, ez wiha qebûl nakim. Di navbera me û Eyno de gund tune. Axa û sînorên me ketiye nav hevudin. Ji bo çi piştgiriyê nadin me?’. Ji bo Rihayê ev tişt got: ‘Ger ez mehekî li derve bim, li Rihayê bixebitim, ez ê Rihayê ji serî heta binî rêxistin bikim. Bila hevalên me nebêjin ev ne ji me ne, em naçin wir. Eşîrên mezin li Rihayê hene, bila biçin cem wan. Di nava Bûcak û Îzolan de jî alîgirên me hene. Bi awayekî biçin hinda wan. Bila bi wan re têkevin nava têkiliyê û di nava Bûcak û Îzolan de hêza me zêde be.”
DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ MISOGER BE
Ocalan, desntîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev 27 sal in Serok li giravê ye. Şert û mercên wî dijwar in. Çûyîna me bêtir zehmet e. Em dixwazin Serok azad be û xebatên xwe bike. Bila serdana malbatê bê zêdekirin. Mînak ez du car çûm, ez dixwazim endamên din ên malbatê jî biçin. Xweş, bira, pismam, dotmam, kurxal û keçxal hemû dixwazin Serok bibinin. Ez dixwazim hemû mirov di jiyana xwe de carekî Serok bibîbe, bi wî re biaxîve û tiştek jê fêr bibe.”
MA / Melîk Varol
