AMED – Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlenê bal kişand ser rola jinan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û got: "Divê jin bi hemû hêza xwe ji bo bidawîkirina şer û avakirina civakeke demokratîk têbikoşin."
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlenê bal kişand ser rol û hêviyên jinan di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin û diyar kir ku jin ew kes in ku herî zêde aştiyê dixwazin. Sûzan Îşbîlenê diyar kir ku şerê ku zêdetirî 50 sal in berdewam dike, bi giranî zirarê daye mirovan, bi taybetî jinan û got: "Di dawiyê de, di hawîrdoreke tundûtûjiyê de, bandorên vê tundûtûjiyê di nav malbat, civak û saziyên perwerdehiyê de deng vedide. Jin di şeran de herî zêde tên bindestkirin, êşê dikişînin û mexdûr dibin. Bê guman, jin ew kes in ku herî zêde aştiyê dixwazin. Ji ber vê yekê, rolên ku jin divê di pêvajoyeke wisa de bilîzin girîng in. Divê jin bi hemû hêza xwe ji bo bidawîkirina şer û avakirina civakeke demokratîk têbikoşin."
AŞTÎ Û DEMOKRASÎ
Sûzan Îşbîlenê destnîşan kir ku bêdengkirina çekan û têgeha aştiyê du tiştên cuda ne û got: "Di dawiyê de, em texmîn bikin ku şer îro qediyaye û çek nateqin. Lê heke jin hîn jî bindest bin, heke ew rastî tundûtûjiyê werin, heke krîza aborî berdewam bike, heke hîn jî pratîkên ku mirovan neçar dikin hebin, ev nayê wê wateyê ku aştî dê were. Dema ku em behsa aştiyê dikin, em behsa aştiyeke birûmet dikin. Bedelên ku bi salan e tên dayîn hene, ciwanên ku jiyana xwe ji dest dane. Xelata vê yekê divê wekî tenê bêdengkirina çekan û vegerandina rêbazên kevn neyê fêmkirin. Em bawer dikin ku bi aştiyê re, divê demokrasî jî were vî welatî."
Sûzan Îşbîlenê rexne li nebûna gavên dewlet û desthilatê anî û diyar kir ku divê gavên wekî berdana girtiyên nexweş û siyasî û mafê perwerdehiyê werin avêtin. Süzan Îşbîlenö tekez kir ku sedema bingehîn a kuştina jinan û tundıya li dijî jinan newekheviya zayendî ye ku ji hêla desthılatö ve bi salan e hatiye afirandin û got: "Têkiliyek bêkêmasî ya mêraniya serdest û jinbûna kole heye. Ev tora têkiliyên kole divê were sererastkirin. Bi rastî, dema ku mêr û jin di warê zihniyet û mafan de bigihîjin wekheviyê, kuştina jinan û tundıya li dijî jinan dê ew qas belav nebe."
'DIVÊ DESTHILAT POLÎTÎKATA SALA MALBATÊ BIGUHERÎNE'
Sûzan Îşbîlenê anî ziman ku armanca wan a sereke ew e ku zîhniyeta mêraniyê bi tevahî ji holê rakin û got: "Ango, dema ku ev mêraniya heyî bi zîhniyetê de hebe, jiyana jinan di malbatê de her tim di xetereyê de ye."
Sûzan Îşbîlenê diyar kir ku yek ji mijarên ku wan herî zêde rexne lê dikin polîtîkaya Sala Malbatê ya desthilatê ye û got: "Cihê ku jin herî zêde lê tên kuştin di nav malbatê de ye û îro, desthilat bi ronîkirina têgeha Sala Malbatê û astengkirina her rexneyek li ser malbatê, polîtîkayên ku jinan di nav malbatê de hepsî dike, dimeşîne. Ango, dema ku em azadiya jinan diparêzin, em van polîtîkayên Sala Malbatê ji ber ku jinan di malê de asê dikin û wan bi mêran ve girêdidin rexne dikin. Divê berî her tiştî desthilat gavan bavêje da ku vê polîtîkayê biguherîne."
Sûzan Îşbîlen anî ziman ku divê desthilat nêzîkatiyên ku jinan şeytanî dikin, tundiya li dijî wan rewa dikin û rewabûna tundiya li dijî wan bi dawî bike û got ku divê kes xwe ji vê zihniyetê paqij bikin.
MA / Heval Onkol
