NAVENDA NÛÇEYAN - Sibe dê bi sed hezaran kes li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên serdema 6’an a parlamentoyê biçin ser sindoqê.
Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê dê sibe hilbijartina Parlamentoya Iraqê bê lidarxistin. Duh, dengdana taybet di saet 07:00’an de dest pê kir û heya saet 18:00’an bi beşdariya milyonek û 313 hezar û 980 dengderên hêzên ewlekariyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê pêk hat.
Sibe jî dê dengdana giştî were kirin ku bi awayeke giştî mafê 21 milyon û 404 hezar kesan yê dengdanê heye. Sibe wê 31 hevpeyman (tifaq), 38 partî, 75 namzetên serbixwe ku ji 7 hezar û 769 namzetan pêk tê, ji bo bidestxistina 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê wê bikevin pêşbaziyê.
Proseya hilbijartinê ji 809 navendên dengdanê yên li seranserê Iraqê dê bê kirin, bi ser 4 hezar û 501 sindoqên dengdanê hatiye belavkirin. Proseya dengdanê di sibe saet 07:00’an de dest pê dike û saet 18:00’ê dewam bike. Tê payîn piştî 24 saetan encamên hilbijartinê bi awayekî ne fermî bên ragihandin.
