SÊRT - TJA’yê, starta çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Sêrtê, li bajarokê Weysel Qeranî bi lidarxistina meşekê da.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, li bajarokê Weysel Qeranî yê Sêrtê daxuyaniyek da û starta çalakiyên li bajêr da. Daxuyanî, li meydana bajarokê hate dayin û pankarta “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad ve” hate hilgirtin.
Metna daxuyaniyê ji hêla endama Meclisa Şaredariya Sêrtê Amîne Tîmûrtaş ve hate xwendin. Amîne Tîmûrtaşê diyar kir ku 25’ê Mijdarê dê bibe dengê hemû jinan û got: “Bi mîrateya ji Mirabelan heta roja me, em jiyaneke bêtundî û azad bi civakeke demokratîk ava dikin. Em vê 25’ê Mijdarê jî bi hêrsa xwe ya li dijî jinên hatine qetilkirin û bi hêviya avakirina aştiya li xaka me pêşwazî dikin.”
BANGA LI JINAN KIR
Amîne Tîmûrtaşê banga tevlibûna çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê li hemû jinan kir û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku tev li meşa azadiyê bibin, gotina xwe mezin bikin û Ronesansê jiyanî bikin.”
Piştî bernameya çalakiyên heta roja 25’ê Mijdarê dê bidomin hate aşkerakirin, jinan ber bi Şaredariya Weysel Qeranî ve meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berzkirin.
