MÊRDÎN - Lêkolîner Şîlan Bîngol diyar kir ku rêûresmên ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane tên lidarxistin, di hemû baweriyan de bîranîneke kolektîf diafirînin û der barê êrişên li ser merasîmên cenazeyan de got: "Divê dewlet û desthilat dawî li vê tundûtûjiyê bînin. Ji bo aştiyeke mayînde, divê em bi mirinan re rû bi rû bimînin."
Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi salan e li Tirkiyeyê berdewam dikin. Ev yek bi taybetî di texrîbkirina cenazeyên gerîlayên HPG û YJA Starê, nesteslîmkirina cenazeyan ji bo malbatên, astengkirina mafê veşartinê û astengkirina mafê şîndanînê xwe didin der. Bi ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) re piştî pevçûnên ku di sala 2015'an de dest pê kir, pêkanînên wekî bi şev destûrdayîna veşartina cenazeyan û astengkirina bicihanîna erkên olî bûn pêkanînên rûtîn. Ligel vê, tê xwestin ku mafê şîndanînê yê malbatan jî bê binpêkirin.
Tevî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, merasîmên cenaze û sersaxiyê yên li Şirnex û navçeyên wê bi fermana Waliyê Şirnexê tên astengkirin û kesên ku beşdarî merasîmên sersaxiyê dibin bi êrişên polîsan re rû bi rû dimînin.
Polîsên ku herî dawî li Şirnexê êrişî merasîma cenazeyê endamê HPG'ê Ferhat Tûnç (Xebat Goyî) kirin, hewl dan ku nehêlin şîna wî asteng bikin. Pêkanînên piştre jî bi vî awayî berdewam kirin; ji endamên HPG’ê Ugur Daniş (Demhat Feraşîn), Vedat Acar (Cesur Sipîndarok), Fesîh Varol (Şiyar Destîna Zana) û endama YJA-Starê Bêrîvan Katar (Rêvan Aslan) jî sersaxî hatin astengkirin. Li Mêrdînê der barê 60 kesên beşdarî merasima sersaxiyê bûne û dirûşmeya berz kirine, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" lêpirsîn hat vekirin û li kesekî 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Lêkolîner Şîlan Bîngolê ku binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî miriyan û êrişên li ser merasîmên cenaze û sersaxiyê nirxand, diyar kir ku rêûresmên mirinê di dîrokê de ji bo bîrê i hemû civak, çand û baweriyan de girîng in. Şîlan Bîngolê got: "Rêûresmên mirinê ji bo ku civakan piştî windahiyekê bi hev re bihêle û hevgirtinê ji nû ve ava bikin girîng in. Divê mirov ji van pêvajoyan derbas bibin da ku xemgîniya xwe derbas bikin. Bi vî rengî, her çand û pergala baweriyê rêûresmên xwe yên mirinê hene, her çend cuda bin jî, bi awayekî kolektîf şîn tê danînç Ev rêûresm ji qebûlkirina mirinê wekî veguhestinekê xwe dide der. Wekî veguhuestinê dîtina mirinê, hem ji bo ruh bi liyaq derbasî aliyê din bibe hem jî ji bo yên mayî aram bimînin girîng e."
GIRÎNGIYA RÊÛRESMAN
Şîlan Bîngolê anî ziman ku rêûresmên mirinê ji bo afirandina bîra kolektîf û parastina nasnameyan xizmet dikin û ji ber vê yekê desthilat dixwaze vê bîranînê di bin kontrolê de bihêle. Şîlan Bîngolê got: "Desthilat ji bo manîpulekirina vê bîranînê an jî jibîrkirina wê, li dijî bîranînan gelek şêwazên tundûtûjiyê bi kar tînin. Ev berxwedanê diafirîne û em dibînin ku şîn dibe siyasî. Li vir, bîra kolektîf dest bi ji nû ve avakirina xwe dike. Bi vî rengî, ew dibe qadeke berxwedan û têkoşînê."
‘AŞTIYA MAYINDE BI ESASGIRTIBA MAFÊ MIRIYAN PÊKAN E'
Şîlan Bîngolê destnîşan kir ku şer, komkujî, mirin û ji mirinê wêdetir, tundûtûjiya bi armanca mirinê mafên miriyan û xizmên wan binpê dike û got: "Nedayîna van mafan bi awayekî rast ji miriyan û yên ku li pey xwe mane re û hîn jî bi sedan hene ku cenazeyên wan nehatine veşartin, lihevhatin û aştiyê ji bo civakê dijwar dike. Her çend peyva kirde ji bo danasîna zindiyan ji bo aştiya mayînde were bikaranîn jî, di van pêvajoyan de mirî dibin kirdeyên herî girîng. Ji ber ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan da ku vê pêvajoyê bi dest bixin. Bi rastî, di demekê de bi saya wan behsa aştiyê tê kirin. Û di vê gavê de, gelek neheqî û bêedaletî çêdibin. Ji ber vê yekê, ji bo ku aştiya rastîn were bidestxistin, divê pêşî mafên miriyan werin dayîn. Ji ber ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan da ku vê pêvajoyê bi dest bixin. Bi rastî, di demekê de bi saya wan behsa aştiyê tê kirin. Û li vir gelek neheqî û bêedaletî çêdibin. Ji ber vê yekê, ji bo ku aştiya rastîn pêk were, divê pêşî edalet ji miriyan re were dayîn. Bi bikaranîna zimanekî rast, divê mirinên siyasî werin rewakirin, divê tedbîrên pêwîst werin girtin û malbat karibin şînê bigirin. Dema ku ev çênabe, tundûtûjî berdewam dike, ji nû ve ava dibe û berdewam dike. Berê jî pêvajoyên aştiyê hebûn, lê ji bo aştiyeke mayînde, divê em bi van mirinan re rû bi rû bimînin. Ji bo vê yekê, mekanîzmayên ku desthilat û dewlet gav bavêjin hene. Divê ew gav bavêjin. Divê erkên qanûnî hebin. Heta ji bo ku her gorek were vekirin jî, divê saziyên dewletê mîsogeriyên qanûnî peyda bikin."
Şîlan Bîngolê bilêv kir ku divê "Komîsyona Lêkolîn û Hevrûbûna Heqîqetê" were avakirin da ku edaletê ji miriyan re peyda bike û got: "Bi rastî ev ew e ku malbat dixwazin. Ev komîsyon divê were avakirin da ku van sûcan eşkere bike. Lêbelê, dema ku binpêkirinên ku cenazeyan hedef digirin tên eşkerekirin, razîkirina wan ji bo razîbûna bi aştiyê dijwar dibe. Bi taybetî malbat li Kurdistanê êşên mezin kişandine. Ew neçar in ku dema ku ew nekarîne bi hevrûbûnê re rû bi rû bimînin, behsa aştiyê bikin. Tewra di demeke wisa de jî, êrişên li ser sersaxiyê hene. Heta ku ev berdewam bike, pêvajo dijwar dibe. Ev, astengiyek e. Em vê yekê hêvî dikin: dema ku em dibêjin, 'Bila hevrûbûn bi vê re çêbibe, bila divêtî pêk bên' ev dîsa diqewime. Divê dewlet û desthilat dawî li vê tundûtûjiyê bînin. Divê em her carê bi cidî van pirsgirêkan bînin ziman, bi armanca şikandina hiyerarşiya şînê di civakê de, xwedîderketina li hemû mirinan bi heman awayî û xwedîderketina li vî mafî."
MA / Ahmet Kanbal
