QERS- Profesor Dr. Tulay Diken Allahverdi ku heqaret li Kurdan kiribû û duh hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Profesor Dr. Tulay Diken Allahverdi ku li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Kafkasê dixebite, li ser medyaya sanal heqaret li Kurdan kiribû û gotibû divê ew di cemaweriyê de nexebitin û divê bajarên rojavayê biterikînin, duh êvarê hatibû binçavkirin. Tulay Diken Allahverdi ku bi talîmatên Dozgeriya Komarê ya Qersê bi tohmetên "bi eşkereyî şermezarkirina beşek ji nifûsê", "nefret û cudakarî" û "heqaret" hat binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Qersê.
Piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan, Tulay Diken Allahverdi îro sibê birin dozgeriyê û bi "şertê kontrola edlî" sewqî dadgehê kirin. Dadgeha Sulhê ya Nobedar Tulay Diken Allahverdiyê bi şertê kontrola edlî serbest berda.
