Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Her çend pevçûnên li Rojhilata Navîn ên navenda wan Sûriye û Şerê 3’yemîn ê Cîhanê di çarçoveya gotinên nirxên demokratîk de bên nirxandin jî, îşaret bi şerê serweriyê yê li ser korîdên ÎMEC, BRI, Rêya Pêşketinê û Zengezurê dikin. 

 
Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetan, pergala cîhana ya du beş bi dawî bû û qada serweriyê ya welatên rojavayî berfireh bû. Li gel vê, dewlemendiyên madî û manewî yên li xaka Mezopotamyayê, di serî de Tevgera Azadiyê ya Kurd, rê li ber hedefgirtina rêxistiniyên demokratîk û şoreşger vekir. Mezopotamya ku ji hêla çavkaniyên enerjî û madenan ve li cihekî stratejîk ê cîhanê de cih digire, ji ber mudaxileyên serdest û hêzên herêmî veguherî qada hevrikiyê. Di vê çarçoveyê de, di navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd, hêzên demokrasiyê û hêzên serdest de şerekî dijwar dest pê kir. 
 
LÊGERÎN
 
Korîdora Aboriyê ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropayê (IMEC), Korîdora Zengezurê, Projeyên BRI û Rêya Pêşketinê ku di sedsala 21'an de pêş ketin, ji dewlemendiya aborî zêdetir, weke amûrên jeopolîtîk û hegemonîk derketin pêş. Van projeyan, teşe dan berjewendiyên stratejîk ên aktorên herêmê û yekser bandor li polîtîkayên welatên weke Tirkiye, Îsraîl, Îran û welatên Kendavê kir. Bi hevkariya stratejîk a Îsraîl û hinek welatên Ereban re (Peymanên Îbrahîmî) ev pêvajo hêj bêhtir krîtîk bû. Tirkiye û hinek aktorên herêmî jî tev li van projeyan nehatin kirin lewma li pey lêgerînên nû ketin û hewl didin dînamîkên şer ên li herêmê kûr bikin. 
 
IMEC
 
Korîdora Aboriyê ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropayê (India-Middle East-Europe Economic Corridor - IMEC) ku di sala 2021’an di civîna welatên G-7’ê ku bi pêşengtiya DYA’yê kombûn de bû rojev. Ev proje, bi bi navê “Dinyayeke baştir jinûve ava bike” û bi budçeyeke weke 40 trîlyon dolar bû rojev. Di sala 2023'yan de di lûtkeya G-20’ê ya li Hindistanê hate ragihandin û tê plankirin ku di sala 2033’yan de temam bibe. Ev plan, weke projeyeke mezin a aborî û korîdora bazirganiyê hate ragihandin. Sedema piştgiriya DYA, Ingilistan û YE’yê ya vê projeyê ew e ku bandora Çînê ya li ser bazara cîhanê kêm bikin û Hindistanê derxin pêş. Bi vê yekê re şirîkên xwe arasteyî Hindistanê bikin. Proje, bi mitabeqeta Hindistan, DYA, Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Îsraîl û welatên YE’yê kete meriyetê. Hedefa projeyê ew e ku rêya bazirganiyê ya di navbera Hindistan û Ewropayê de ji sedî 40 kêm bike û armanc dike ku bi xetên bejahî, deryayî û rêhesin re binesaziya enerjî û daneyan pêş bixe. Bi IMEC’ê re li ser welatên Kendavê û Îsraîlê Asyayê girêdayî welatên Ewropayê dike û girîngiya korîdorên weke Hurmuz û Suweyşê kêm dike. 
 
ARMANCÊN ESASÎ
 
Armanca esasî ya projeyê ew e ku di têkoşîna şerê hegemonyaya kûrewî de li dijî qutba Çîn-Rûsya-Îranê hemleyeke aborî û siyasî were kirin, hebûna Îsraîlê ya di dinyaya Ereban de rewa bike û welatên EReb ên Sunî li dijî eniya Îran-Şîeyê organîze bike. Hevkariya welatên Ereb a bi Îsraîlê re ya di çarçoveya Peymanên Îbrahîmî de, dike ku Îsraîl korîdorên enerjiyê ji Behsa Spî derbasî Hindistan û Çînê bike û mecbûriyeta wê ya bi Qenala Suveyşê re kêm bike. Hindistan jî ji bo bandora xwe ya aborî û stratejîk a li Kendavê zêde bike tev li projeyê bû. Hevkariya parastinê ya herêmî û firsendên razemeniyê bal kişand ser Hindistanê û sermayeya Ereb û veberdêr gelek projeyên enerjî û binesaziyê pêş xistin. Ji bo Îsraîlê jî IMEC xwedî girîngiyeke stratejîk û aborî ye û bi korîdora Dubaî-Heyfayê re di bazirganiya Asya-Ewropayê de mecbûriyeta xwe ya ib Behra Sor re kêm dike û hedef dike hêza xwe ya herêmî zêde bike. 
 
TIRKIYE DERVEYÎ PROJEYÊ MA 
 
Tirkiye daxilî projeyê nehate kirin û ji bo rewşa xwe ya jeopolîtîk biparêze, li dijî IMEC’ê keta nava hewldanên sabotekirinê. Êrişa Hamasê ya di 7’ê Cotmeha 2023’yan de (Tofana Aksayê) jî weke hemleyeke li dijî vê projeyê tê nirxandin. Rîskên herêmî jî bi şerê Hamas-Îsraîlê û bi êrişên Husiyên Yemenê kûrtir bûn. Hevrikiya di navbera Îran-Îsraîlê de yekser bandorê li pêşeroja korîdora bazirganiyê û planên stratejîk ên welatên Kendavê dike. 
 
PROJEYA ÇÎNÊ 
 
Projeya Belt and Road Initiative (BRI) ya Çînê jî di sala 2013’an de ji hêla Serokê Çînê Şi Cinping ve hate destpêkirin û armanc dike ku welatên Asya, Efrîqa û Ewropayê ji hêla bejahî û deryayî ve bi korîdoreke aborî hev ve girê bide. Projeyeke mezin a binesazî û tora bazirganiyê ye. Proje, armanc dike ku Çîn bibe navenda bazarên cîhanê, hilberîna xwe li tevahiya dinyayê belav bike, pêwîstiya xwe ya bi enerjiyê mayinde bike û bandora wê ya stratejîk zêde bike. Çînê, di çarçoveya kapîtalîzma dewletê de bendergeh, pir, otorê û hwd. fînanse kir û biqasî trîlyon dolarek kredî da welatên dahatên wan kêm û navîn. Bi vê yekê re, polîtîkaya dayina krediyan a Çînê, dişibînin Plana Marshall a DYA’yê ku operasyona rizgarkirina dewletên kapîtalîst ên di sedsala 20’an de têk diçûn bû. Anku weke hemleyeke aboriyê ya kûrewî tê nirxandin. 
 
BASKÊ BAKUR
 
Baskê projeyê yê Bakur jî, şirîkên stratejîk ên sereke yên Rê û lingê bingehîn anku welatên Asyaya Navîn in ku bi rêya bejahî û rêhesinê hev ve hatine girêdan. 
 
BASKÊ NAVÎN 
 
Tirkiye jî daxilî baskê navîn hate kirin û bi binesaziyên weke rêhesin a Baku-Tiflîs, Qersê, Pira 3’yemîn, Marmaray hwd. re li xeta Çîn-ewropayê bûbû xwedî rolekî krîtîk. Bi xeta Baku-Tiflîs-Qersê re ku weke parçeyeke Rêya Armûşê ya ji Çînê ber bi Ewropayê ve, dihat armanckirin ku Rûsyayê li derveyî alternatîfê were hiştin û dema veguhestinê daxînin 15 rojan. Bi projeya trena leza a Edîrne-Qersê re dihat armanckirin ku rola Tirkiyeyê ya di bazirganiya Çîn-Ewropayê de were xurtkirin. 
 
BASKÊ BAŞÛR
 
Baskê projeyê yê Başûr jî rêya deryayî digire nav xwe. Di vê baskê de jî li Efrîqeyê welatên Cîbutî, Etiyopya, Gabon, Gana, Kenya Mozambîk, Senegal, Tanzanya û Tinûs weke navendên stratejîk derketibûn pêş. Misr jî ji ber Qenala Suweyşê weke cihekî girîng bû. Proje, yekser bandor li ser ji sedî 65’ê nifûsa cîhanê û 76 welatan dikir. Polîtîkaya krediyê û binesaziyê ya Çînê, xwedî potansiyelekê wisa ye ku van welatan ji hêla aborî ve neçarî xwe bike. Bi vê projeyê re bandora Çînê ya aborî, siyasî û stratejîk xurt dibe û weke hewldana hegemonyaya kûrewî ya demdirêj derdikeve pêş. DYA, YE, Hindistan, Îsraîl û hin welatên Ereb jî li dijî vê projeyê, projeya rêya IMEC’ê xistin meriyetê. Ji ber vê yekê jî projeya Çînê bi şerên Rûsya-Ûkrayna û şerên Rojhilata Navîn re bandora xwe winda kir. Nayê zanîn ka dê Çîn li dijî vê hemleyeke çawa bike û amadekariyên heta niha ji bo vê projeyê hatine kirin jî niha sekinîne. 
 
KORÎDORA ZENGEZURÊ
 
Korîdora bazirganiyê ya Zengezurê jî projeya xeta enerjiyê ya ku dê ji Asyaya Navîn ber bi welatên Tirkî ve pêş bikeve ye. Di şerê jeopolîtîk û jeoekonomîk ê li Başûrê Qefqasyayê de weke projeyeke herî krîtîk derdikeve pêş. Projeya rêbej û rêhesin ku armanc dike Azerbaycanê li ser herêma Syyunikê (Zengezur) ya Ermenistanê girêdayî Nahçiavnê bike û ji wir jî girêdayî Tirkiyeyê bike û bihêle ku Tirkiye, Azerbaycan û NATO yekser têkiliyê bi Asyaya Navîn re deyne, weke hemleyeke dervehiştina Îran û Rûsyayê ji herêmê tê dîtin. Korîdor, bi Beyannameya Şuşayê re li xeta Enqere-Bakuyê fermî bû û bi şerê Qerebaxê re bilez pêş ket. Lê ji ber dijderketina Ermenistanê û fikara ku Îran li derve were hiştin, li ser zemîneke şer pêş ket. Xeta Zengezurê, armanc dike ku herka enerjî û bazirganiyê ji Tejaneya Hazarê arasteyî Tirkiye û Ewropayê bike ku ev jî rola transît a Îranê qels dike. Bandora Rûsyayê yal i ser Qefqasyaya Başûr qels dibe û tam jî li gorî polîtîkayên Îsraîlê ya li dijî Îranê ye. Proje, di heman demê de weke parçeyeke neteweperest û jeostratejîk ên Tirkiyeyê yên ber bi Asyaya Navîn ve, weke xetekî ewlehiyê yê ku xaka Kurdan jî dorpêç dike derdikeve pêş. Ji ber vê sedemê ye ku Korîdora Zengezûrê, di navenda şerê hegemonyaya herêmî, zextên bi darê zorê û dînamîkên nû yên şer de cih digire. Di meha tebaxê de Azerbaycan û Ermenistanê li DYA’yê peymanek mohr kirin û mafê rêvebirina vê korîdorê ji bo 99 salan dewrî DYA’yê kirin. Tê xwestin ku ev korîdor, ji bo Tirkiye li hemberî projeya IMEC’ê bêdeng bimîne, weke parek were bikaranîn. 
 
PROJEYA RÊYA PÊŞKETINÊ
 
Projeya Rêya Pêşketinê jî bi pêşengtiya Iraq û Tirkiyeyê hate pêşxistin û armanc dike ku ji Kendava Basrayê heta Iraq, Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê rêyeke bazirganî, enerjî û korîdoreke veguhestinê were bikaranîn. Di gotina fermî de îdiayên weke “pêşketin” û “refaha herêmî” tên kirin lêbelê di esasê xwe de hemleyeke jeopolîtîk û jeostratejîk ê li dijî hemleya jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Hedefa projeyê ew e ku bi rêyên rêbej, rêhesin û xetên enerjiyê yên navenda Wan Bendergeha Favê re sermayeya Kendavê, petrol û gaza xwezayî girêdayî bazarên Ewropayê bikin. Li dijî xeta Qenala Suweyşê û xeta IMEC’ê weke alternatîfek derxin pêş. Ji ber ku bi projeya Çînê re digihije hev jî, ev projeye di hevrikiya hêzê ya kûrewî de weke projeyeke girîng derdikeve pêş. 
 
HEWLDANA TESFIYEKIRINA KURDAN
 
Ji bo Tirkiyeyê ev Projeya Rêya Pêşketinê ne tenê projeyeke bazirganiyê ye. Di heman demê de amûrekî stratejîk e ku dixwaze hêza xwe ya leşkerî, siyasî û aborî ya li ser xaka Kurdistanê xurtir bike. Enqere, ji bo proje bikeve meriyetê, weke şertê pêşîn xwest Tevgera Azadiyê ya Kurd were tesfiyekirin, Şengal, Mexmûr û Qadên Parastinê yên Medyayê bikevin bin kontrola wê. Di vê çarçoveyê de jî yekser zextê li hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK’ê dike. Dihat armanckirin ku bi girtina Deriyê Sînor ê Xabûrê re demarên aboriyê yên başûrê Kurdistanê bên qutkirin, Kurd li derveyî korîdorên bazirganiya navneteweyî bên hiştin û statuya federatîf bi awayekî fiîlî bên tesfiyekirin. Projeya Rêya Pêşketinê, li ser xeta Tirkmenan ber bi Mûsil û Kerkûkê ve tê dirêjkirin û ev yek nîşan dide ku di çarçoveya armanca Mîsaq-i Mîllî de stratejiyeke demdirêj e. 
 
RÊGEHA ŞERÊ HEGEMONYAYÊ
 
Iraq jî hewl dide bi rêya vê projeyê dîsa otorîteya xwe ya ji ber şerên navxweyî qels bûyî xurt bike. Iraq ku neçarî dahatên petrol û gaza xwezayî ye, mecbûr tê hiştin ku çavkaniyên xwe li ser Tirkiyeyê bigihîne bazara navneteweyî û krîza avê û binesaziyê jî di destê Enqereyê de vediguherin amûrên zextê. Ev proje, bi piştgiriya fînansê ya welatên Kendavê tê pêşxistin, Îran li derve hatiye hiştin û hevsengiyên Rûsya-Çînê dide zorê û herêmê ber bi qadeke şer a nû ve dibe. Lewma jî ev proje, ji pêşketinê zêdetir, weke rêgeheke nû ya şerê dagirkerî, tesfiye, zext û hegemonyayê teşe digire. 
 
QADA ŞER
 
Rojhilata Navîn û derdora wê, ji ber rêyên enerjî û stratejîk, veguheriye navenda hevrikiya hêzên hegemonîk ên kûrewî. IMEC, weke korîdoreke bazirganî û enerjiyê ya serkeftî hevsengiyên li herêmê diyar dike û êdî girîngiya rêyên weke Suweyş û Hurmuzê jî kêm dike. Ev serkeftin jî bandora projeya Çînê, ya Tirkiye-Iraqê û projeya Zengezûrê ya di asta navneteweyî de kêm dike û wan vediguherîne projeyên herêmî. Rêya Pêşketinê ji bo Tirkiye û Iraqê dibe ku weke amûrekî stratejîk û aborî be lê ji ber serkeftina kûrewî ya IMEC’ê, bandora wê bisînor dimîne. Weke encam, şerên herêmî û korîdorên bazirganiyê, li gorî çarçoveya IMEC’ê teşe digirin. 
 
SÊ PROJEYÊN JI XAKA KURDISTANÊ DERBAS DIBIN 
 
Sê projeyên stratejîk ser axa Kurdistanê derbas dibin û ev jî girîngiya jeopolîtîk û aborî ya Kurdistanê zêde dike. Ev rewş dike ku Kurdistan bibe navenda hevrikiya hêzên kûrewî û herêmî û bingeha şerê sêyemîn ê cîhanê li ser vê korîdorê teşe bigire. Ji bo Kurdan mijara herî girîng a niha derdikeve pêş, yekitiya neteweyî, pêşxistina polîtîkayên aboriyê, xwedîderketina li çavkaniyên xwezayî û aborî û gavavêtina di qadên dîplomasî û xweparastina hevpar de ne. Dewleta Tirk jî hewl dide pêşî li Kurdan bigire ku negihijin kapasîteyeke stratejîk û bi hedefgirtina Tevgera Azadiyê ya Kurd re hewl dide hevsengiyên li herêmê bi leha xwe biguherîne. Pozîsyonên Barzanî û PDK’ê, ji hêla Kurdan ve di têkoşîna hêzbûnê ya li herêmê de weke hêmayên birîsk derdikevin holê. Bi kurtasî, gavên stratejîk ên Kurdan, hem li xaka xwe hem jî di hevsengiya hêza herêmî de weke hêmayeke diyarker derdikeve pêş. 
 
MA / Erdogan Altan    

Sernavên din

13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin