'Ji bo mafê xwe yê jiyanê em tecrîdê bişikînin'
- jin
- 09:04 30/9/2020
Jinên HDP'î destnîşan kirin ku tecrîda li ser Ocalan di heman demê de tê wateya bertengkirina qadên jiyanê yên jinan û gotin, ji bo mafê jiyanê divê tecrîd bi dawî bibe.
Jinên HDP'î destnîşan kirin ku tecrîda li ser Ocalan di heman demê de tê wateya bertengkirina qadên jiyanê yên jinan û gotin, ji bo mafê jiyanê divê tecrîd bi dawî bibe.
Berdeveka Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku êrîşa li dijî partiya wan di heman demê de êrîşa li dijî vîn û têkoşîna jinê ye. Başaran, da zanîn ku siyaseta serdest a zilam teqez wê bi dawî bibe.
Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku bi kampanyaya "Em xwe diparezin" a TJA'yê re li dijî siyaseta ku jinan hedef digire xwe bi rêxistin dikin û got: "Jin, divê xwe birêxistin bikin, xwe biparêzin û xwedî bîreke xweparastinê bin."
TJA’yê bertek nîşanî operasyona di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hat lidarxistin da û got: “Em ê li dijî feraseta zilam a AKP’ê ya êrîşkar, faşîst, mîlîtarîst û zayendperest, ji têkoşîna xwe ya azadiyê gavekê jî paşve ne avêjin.”
Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Tirkiye li ser mîrateya “ganîmet” a Dewleta Osmaniyê rûniştiye û got: “Sedemê zêdebûna tacîz û destdirêjiya li hember jinên kurd yek jê ew e ku erdnîgariya Kurdistanê wek mêtîngeh dibînin”
Jinan li dijî cinayetên jinan, taciz û tecawizê bal kişandin ser girîngiya rêxistiniyê û gotin: "Divê em hêvî ji dewletê nekin. Heger em neyên cem hev, wê şidet tim hebe. Divê em bi hev re bitêkoşin."
Hatûn Koç a ji ber şidet û tehdeya lê hatiye kirin 33 caran giliyê hevjînê xwe yê berê Ozkan Yarbî kiriye, lê belê hem bibêje giliyên wê hemû bêbersiv hatine hiştin. Herî dawî Yarbî bi tivingê êriş biriye ser Koç û hatiye girtin, lê belê çendî ku girtiye hîn jî gefan lê dixwe.
Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter ku bi hinceta lêpirsîneke derbarê xwe de hatibû binçavkirin, piştî kirariyên xwe yên gotin dayînê hat berdan.
TJA’yê li Edenê starta kampanya xwe ya “Em Xwe Diparêzin” da û got, ‘Em jği DAIŞ’ê netirsiyan, em ji we jî natirsin” û banga piştgiriya kampanyayê kir.
Meclisa Jinan a HDP’ê, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a Komîsyona Ewropayê (KE) Petra Bayr re hevdîtin kir.
Koma Jinan a HDP’ê ya Parlamentoyê bi armanca xwe baştir bigihînin daneyên tundiya li dijî jinan pêk tê, têkildarî 81 bajarên Tirkiyê 162 pêşniyazpirs dan wezîran.
Li Êlihê 6 jinên endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ku di çarçoveya kampanya TJA’yê ya “ Em Xwe Diparêzin” de hatin gel hev û qurdeya mor a li ser “Peymana Stenbolê didin jiyandin” nivisandî daleqandin, hatin binçavkirin.
Li navçeya Muratpaşa ya Antalyayê Dûygû Çelîkten a 13 roj in winda ye cenazeyê wê li qada daristanê veşartî hat dîtin.
Aktîvîstên TJA’yê li Mêrsînê kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ da destpêkirin û diyar kirin ku ew ê li dijî her cûre êrişan xwe biparêzin.
Endama Piştevaniya Mor Yeşîm Guzel da zanîn ku êrişên li dijî jinan zêde bûne veguherîna qirkirina zayendê û li dijî vê xweparastin girîng e û divê hemû jin rêxistina xweparastinê bikin.