• img

    Buldan: Heta HDP hebe jin bi tenê û bê parastin namîne

    • jin
    • 14:04 19/11/2019

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di Koma Jinan a HDPê ya li Meclîsê de axivî û bal kişand ser tundiya îqtîdarê ya li dijî jinan û têkoşîna jinan a li dijî tundiyê. Buldan, anî ziman ku AKP ji ber ku ji hêz û têkoşîna jinê ditirse ew qas êrîşî jinê dike û wiha got: "Îqtîdar li dijî pergala Hevserokatiyê ye. Lê çareserî ne yekserokatî, hevserokatî ye. Îktîdar dixwaze jinê bê parastin bihêle. Lê heta HDP hebe jin bi tenê û bê parastin namîne."

  • img

    Li Qelqeliyê, bi jinan re biryar tên girtin

    • jin
    • 11:15 19/11/2019

    Şaredariya Qelqeliyê ku di dema qeyûm de hemû saziyên wê yên jinan hatin girtin, zend û bendê xwe ba dan. Hevşaredar Dîlan Orencî diyar kir ku hemû saziyên hatine girtin wê ji nû de vekin û got: “Em hewl didin hemû jinan tevlî xebatên navçeyê bikin.”

  • img

    Sonmez: Pirsgireka jinê meseleya esasî ya siyasetê ye

    • jin
    • 10:33 19/11/2019

    Aktîvîsta Feminist Berrîn Sonmez, diyar kir ku sedema zêdebûna êrişên li dijî jinê, ji ber siyaset vê pirsgirêkê, meseleyê dawî digire dest û wiha got: "Lê pirsgirêkên jinê meseleya esasî ya siyasetê ye."

  • img

    Komele hat girtin, lê dev ji têkoşînê xwe berneda

    • jin
    • 09:11 19/11/2019

    Seroka VAKAD'ê ya hat girtin Songul Ozînver, anî ziman ku piştî komeleya wan hat girtin, li kafe, mal û kuçeyan serlêdanên jinan werdigirin.

  • img

    Alagaş a hêjayî xelata Maria Grazia Cutuli hat dîtin: Serkeftina jinên kurd ên rojnameger e

    • jin
    • 09:01 18/11/2019

    Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Nûçeyan a Jin Newsê Safiye Alagaş ku hêjayî xelata rojnameger Maria Grazia Cutuli ya rastî êrîşa El Qaîde hat û hat kuştin, hat dîtin, diyar kir ku ev serkeftin encama serkeftina rojnamegerên jin ên Kurd a navneteweyî ye.

  • img

    Jinan 'Daristana Jiyanê ya Jinan' danîn
    Ji bo 390 jinên hatin kuştin 390 dar çandin

    • jin
    • 14:47 17/11/2019

    Di pêşengiya Şaredariya Sûrê de jinan bi mınasebeta 25'ê Mijdarê dar çandin. Dema dar çandin, Ruşen Tayfun diyar kir ku di salekê de 392 jin hatin qetilkirin û got: "Her şitlek nîşaneya jiyana wan jinan e."

  • img

    Jinên şirnexî ji bo 25'ê Mijdarê hatin gel hev

    • jin
    • 16:28 16/11/2019

    Meclisa Jinan a Şirnexê ya HDP'ê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de bi jinên bajar re hat gel hev.

  • img

    Navenda Jinê ya Amîda ku qeyûm girtibû dîsa vedibe

    • jin
    • 10:36 16/11/2019

    Navenda Jinê ya Amîda ku ji aliyê qeyûmê tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin ve hatibû girtin, ji aliyê rêveberiya şaredariyê ya HDP'î ve careke din vedibe.

  • img

    TJA'yê li Stenbolê kartên piştevaniyê şandin girtîgehan

    • jin
    • 16:35 15/11/2019

    TJA’yê li Stenbolê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin.

  • img

    Ji bo girtiyên jin kartên 25’ê Mijdarê şandin

    • jin
    • 13:40 15/11/2019

    Li Şirnex û navçeyên wê, bi boneya 25’ê Mijdarê ji bo girtiyên jin kart şandin.

  • img

    Şaredariya Qelqelî Mala Çandê ya Jinan vedike

    • jin
    • 11:39 15/11/2019

    Şaredariya Qelqelî, projeya xwe ya Mala Çandê ya Jinan bi cih tîne. Di Mala Çandê ya Jinan de, wê xizmetên cur bi cur ji bo jinan bên kirin.

  • img

    Biryara komkirina broşurên 25’ê Mijdarê dan

    • jin
    • 11:18 15/11/2019

    1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Wanê, biryara komkirinê derbarê broşûrên “Em Li Dijî Tundiya Zilam û Dewletê Di Îsyanê dene“ yên Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê amede kirbûn de, da.

  • img

    Tevî astengiyan jî dê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin

    • jin
    • 10:36 15/11/2019

    Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê Derya Arslan diyar kir ku di binçavan de polîsan heqaret li wan kirine û dê di 25’ê Mijdarê de ji ber Walîtiyê heta avahiya HDP’ê dê meşê li dar bixin û banga beşdariyê kir.

  • img

    Daxwaza hevpar a jinan: Em dixwazin bijîn

    • jin
    • 09:16 15/11/2019

    Nûnerên jin ên partiyên siyasî yên li Îzmîrê, dest bi amadekariyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê kirin. Nûnerên jin, wê bi dirûşmeya "Li hemberî dewleta zilam em serî radikin" û "Em dixwazin bijîn" wê bi şev meşekê li dar bixin.

  • img

    Orhan: Em li dijî êrişan serî radikin

    • jin
    • 17:02 14/11/2019

    Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan derbarê çalakiya TJA'yê ya di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ku xwest belavokan belav bike û bi hênceta ku walîtiyê qedexe kiriye hat astengkirin daxuyanî da û got: " Em jin tundiya ku deweta mêr li me ferz dike qebûl nakin û li dijî vê tundiyê serî radikin."

LÊGERÎN