Jin wê li Heskîfê ji şidet û hilweşandinê re bêjin ‘na’
- jin
- 11:36 12/11/2018
Jinên Êlihê diyar kirin ku dê ji bo 25’ê Mijdarê û hilbijartina herêmî di 18’ê mijdarê de starta xebatan bi meşekê bidin destpêkirin.
Jinên Êlihê diyar kirin ku dê ji bo 25’ê Mijdarê û hilbijartina herêmî di 18’ê mijdarê de starta xebatan bi meşekê bidin destpêkirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di civîna Meclîsa Jinan a Partiya xwe de axivî û got: “Em piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven a ji bo şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ji ber ku tecrîta heyî, di heman demê de li dijî azadiya jinane. Emê bi jinan re tecrîtê bişkînin.”
Li gundekî Cizîrê 6 xwişk û dayika xwe bi awayek sistematîk rastî şideta 3 birayên xwe yên jinbavê û bavê xwe hatin. Qereqola gund ji şidetê re bêdeng ma. Hat zanîn ku Ayten A. ji ber şidetê hewl da întîxar bike û birîndar bû. 9 roj li nexweşxaneyê tedawî dît û jiyana xwe ji dest da. Xwişkên din li benda desteka hiqûqî ne.
Endama Kampûsa Pîrebokan Gîzem Işik diyar kir ku ew ê heta roja 25’ê Mijdarê gelek çalakiyan li dar bixin û got: “Em ê bibin baskên xwişkên hev Mirabelan û em li dijî şidetê jinan vedixwînin qadên mor.”
Jinên alaya azadiyê ya "Xwişkên Mirabel" bilind bikin, wê îsal jî di serî de li Tirkiye û bajarên kurdan û bi giştî li tevahiya cîhanê li hemberî şideta mêr-dewletê li qadan bin.
Jinên Wanî, piştgirî dan çalakiya greva bîrçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyela Guven.
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen di “Komxebata Îstîxdam û Keda Jinê” de axivî û got: “Divê amûrên têkoşîna jinan li pêş bikevin. Rêya me dirêje lê em ê bi ser bikevin.”
Li gorî rapora KCDP'ê ya meha Cotmehê, herî kêm 34 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin, jin rastî tecawîz tundiya zilaman hatin.
SKM'ê di daxuyaniya ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê da de diyar kir ku ew ê bi dirûşma, "Em li dijî tundî û krîzê di îsaynê de ne" li qadan bin, tenê ne di rojên diyarkirî de ew ê li hemû qadên jiyanê li dijî pargala baviksalar têkoşîna xwe bidomînin.
Bi sedan jinên bi daxwaza "cîhaneke bêstargeh" hatin cem hev destnîşan kirin ku dem jin li cem hev re bibin, dengê wan bilndtir derdikeve.
Jinên KESK’î, berî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, j ibo komxebata “Keda Jin û Îstîhdam” li hev kom dibin.
Li Êlihê salvegera girtina parlamenterên HDP’ê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca bang saziyên navnetewî kir û xwest li dijî operasyonên desthilatdariyê yên li dijî mafê mirovan û demokrasiyê rawestin û got têkoşîna wan didome û azadî jî nêzîk e.
Ji Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrumê Ferîde Eralp di 21’emîn Lijneya Navenda Piştevanî û Stargehên Jinan de axivî û got: “Tenê gotina em hene têrê nake. Divê me pêşeroja xwe jî ava bikin.”
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, diyar kir ku di sala 2017'an de 133 hezar û 809 jin, di 7 mehên sala 2018'an de jî 96 hezar û 417 jin rastî tundiyê hatine û ji jinên rastî tundiyê hatine jê 393 jinan jiyana xwe ji dest dane.
Pirtûka "Alevî Kadinlar; Vardik, Variz, Var Olacagiz" wê di meha Mijdarê de li pirtûkfiroşan be. Nivîskar Gulfer Akkaya di pirtûkê de zayendîparêziya di rêxistinên elewiyan de rexne kiriye û dibêje: "Divê rêxistinbûyîna jinên elewî jî hebin."