Ji merceka Jineolojiyê Efrîn (1)Bajarên jinan ên di hedefa şaristaniya dewletan de
- jin
- 11:45 21/2/2018
Li bajarê Efrînê ku li ser hemû dar, ber, war û şopên mirovan navê jinê, çand û baweriya gelan heye, reng û çanda jinê li her derê derdikeve pêş. Di salnameya bajar, avakirina bajar, parastin, şopa çanda Îştarê, ziyaretgehên li ser navê jinê hatine avakirin, zimanê jin di axivin, geliya jinê û şikeftên jinê û gelek qadên din şop, reng û ruyê jinê xwe nîşan dide. Di rêzenûçeyên ku ji 5 beşan pê tê şopa çanda jinê ya li Efrînê, bi berfirehî ronî dibe.